Rojnamevan Haval Arslan hat binçavkirin
Rojnamevan Haval Arslan, li qereqola li qereqola ku jê bangî wê hatibû kirin, hat binçavkirin û wê şandin navenda paşvevegerandinê.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevan Haval Arslan, di 23’ê Îlonê de li Beçîkayê li qereqola ku bangî wê kirin, hat binçavkirin û wê şandin navenda paşvevegerandinê.
Rojnamevan du roj in bêyî tu hincetek hiqûqî bê destnîşankirin, di bin çavan de tê girtin. Hat diyarkirin ku dixwazin wê radestî Fransayê bikin. Parêzerên ku bi Haval Arslan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e, dan zanîn ku meqamên Belçîkayê prosedurên îltîcayê pêk naynin, li cihê vê hewl dane mafê rojnamevan ê rûniştinê xesb bikin.
Li aliyê din rojnamevanan ji bo berdana Heval Arslan bang li hikumeta Belçîkayê kirin.