Rojnamevan Elîf Akgul û Zeynep Durgut beraet kirin

Derbarê Rojnamevan Elîf Akgul û nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut û 17 jinên din ên dihatin darizandin de, biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Derbarê Rojnamevan Elîf Akgul û nûçegihana MA’yê û 17 jinên din ên dihatin darizandin de, biryara beraetê hat dayîn.

Danişîna 2’emîn a rojnamevan Elîf Akgul a ji ber parvekirinên xwe yên ser medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, di 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Elîf Akgul, parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Emîne Ozhasar û Mûhammed Ûnsal di danişînê de amade bûn.

Dozgeriyê cezayê girtîgehê xwest

Di danişîna ewil de dozger cezakirina Elîf Akgul xwestibû û di danişîna duyem de jî mutaalaya xwe dubare kir. Elîf Akgul jî anî ziman ku parvekirinên wê ne sûc in û beraeta xwe xwest.

Piştre parêzerên Elîf Akgul û Muhammed Unsal di çarçoveya azadiya xwe îfadekirinê de, parastina miwekîla xwe kirin û beraeta wê xwestin. Herî dawî dadgehê mafê axaftinê da Elîf Akgul. Elîf Akgul wiha got: “Di jiyanekî aştiyane de jiyîn û li dijî şer sekinîn mafê min ê bingehîn e. Ez dixwazim hûn li gorî mafên welatiyan yên destûra bingehîn biryarekî bidin.”

Dadgeh qaneh bû ku îdiayên tên sepandin wek qanûnî pêk nehatine û derbarê Akgulê de biryara beraeta da.

Nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut beraet kir

Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî de jinan xwestin li Şirnexê daxuyaniyê bidin û polîsan mudaxale kirin. Di êrişê de nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut jî di nav de 18 jin bi lêdanê hatin binçavkirin. Derheqê jinan de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan” doz hate vekirin. Duyemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hat lidarxistin.

Parêzerên jinan tevlî danişînê bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre dozger mutalaaya xwe pêşkêş kir. Dozger, got ku rojnamevan Zeynep Durgut ji ber xebatên rojnamevaniyê li wir bû û xwest biryara beraetê were dayîn. Her wiha xwest bersûcên din bên cezakirin.

Piştre jî parêzer Samet Ataman parastina muwekîla xwe kir û piştî parastinan, şandeya dadgehê ji bo tevahiya jinan biryara beraetê da.