Rojnamevan Behre Omer: Dewleta dagirker hewl dide dengê azad bibire

Rojnamevana şîrketa Çatir Behre Omer li dijî êrişa dewleta Tirk bertek nîşan da û got: “Divê gelê Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî çapemeniya azad dengê xwe derbixin.”

Silêmanî- Dewleta Tirk duh di saetên nîvroyê de li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê, wesayîda rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnameger jî birîndar bûn. Rojnamevana şîrketa Çatir Behre Omer êrîşa li dijî rojnamevanên azad şermezar kir.  

‘Armanca dewleta Tirk tunekirina nasnameya Kurd e’

Rojnamevan Behre Omer der barê hedefgirtina rojnamevanên azad de diyar kir ku ev êrişên terorîstî berdewamiya êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriya başûrê Kurdistan e. Her wiha got ku ji bo bêdengkirina dengê azad û tunekirina nasnameya Kurd e û wiha got: “Em dizanin ev demek dirêj e hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Bi taybetî niha çend kîlometre hatine nava xaka başûrê Kurdistanê. Ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk gelek gund hatin valakirin. Dewleta Tirk demek dirêj e gefan dixwe ku wê êriş û dagirkeriya wan ne tenê li ser navçeyên sînorî be. Armanca wê dagirkirina hemû xaka Kurdistanê û birandina dengê azad e. Bi taybetî dengê jinên azad ên di çapemeniya azad de. Şehîdbûna du rojnamevanan êşek mezin e lê belê em ê di riya wan de bimeşin heta gihîştina serkeftinê. Em ê kar û xebatên xwe li dijî her cure dagirkeriyê berdewam bikin.”

‘Daxwaza me ji hemû azadîxwazan ew e ku bêdeng nemînin’

Behre Omer di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku li ku dera cîhanê bin bila bibin piştevaniya gihandina dengê azadiyê bikin û wiha got: “Îro du rojnamevanên azad şehîd bûn lê belê ev metirsî li ser hemû Kurdan heye. Êriş û dagirkerî li ser hemû derên Kurdistanê hene. Ji bo wê girîng e hemû Kurd li dijî êriş û dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin. Dengê azadiyê bilind bikin û çalakiyên xwe berdewam bikin.”