Rojnamevan Amal Xelîl: Ez ji gefan natirsim

Rojnamevan Amal Xelîl bi gotinên; "Ez dizanim hatime hedefgirtin. Peyamên bi gef min natirsînin. Dema dijmin hevkarên min qetil kir ez netirsiyam" teqez kir ku ew ê riya xwe ya rastiyê berdewam bike.

FADIYA CUMA

Lubnan-Îsraîl her dem dixwaze dengê rastiyê qut bike û kiryarên xwe veşêre. Di demên berê de û heta niha li dijî rastiyê ye û rojnamevanan dike hedefa xwe. Ji dema ku şer di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de li Başûrê Lubnanê derketiye ve heta niha nêzî 172 rojnamevan hatine qetilkirin.

‘Eger tu dernekevî em ê serê te ji stuyê te jêbikin’

Tişta ku Îsraîl li dijî rojnamevanan dike, li dijî hemû zagon û pîvanên navdewletî ye. Herî dawî rojnamevana Lubnanî Amal Xelîl a di rojnameya "El Exbar" de kar dike hat hedefgirtin. Di dema şopandina şerê Îsraîlê yê li Başûrê Lubnanê de gef lê hat xwarin. Bi riya whatsapê peyamek bi gotinên; "Eger tu ji Lubnanê dernekevî em ê serê te jêbikin” şandin."

Rojnamevan û nûçegiha Amal Xelîl, tişta ku hat serê wê ji aliyên pêwendîdar re ragihand. Jixwe eşkere bûye ku Îsraîlê bi vê şêwazê gefan li gelek kesan li Lubnanê xwariye. Bi riya teknîkê teqez bû ku gef cidî ne û hejmar jî ji hundirê Filistînê ye. Îsraîlê di dema borî de nûçegihanên bi navê El Meyadîn Fereh Omer û kameraman Rebî El Mimarî hedef girtibû her wiha wênekêşêAjansa Routersê yê li Lubnanê li Îsam El Ebdullah jî gef xwaribû.

Piştî bûyerê rêveberê Sendîkaya Rojnamegerên Lubnanê Cozêf El Qisêfî gefa Îsraîlê ya li dijî rojnamevan Amal Xelîl şermezar kir û weke binpêkirina hemû pîvan û zagonên navdewletî bi nav kir.

Rojnamevan Amal Xelîl ji ajansa me re hûrgiliyên gefan eşkere kir û wiha got: "Beriya 3 hefteyan peyamek ji telefona min a taybet re hat. Hejmar a Filistînê bû. Di peyamê de wiha hatibû gotin; “Ji Başûrê Lubnanê derkeve û ji Lubnanê tevahî derkeve."

Armanc qetilkirina rojnamevanan e

Amal Xelîl destmîşan kir ku kesê peyam jê re şandiye bi zanebûn hinek agahiyên kesayetî jî nivîsîbû ji bo bide xuyakirin ku vaye gelek tiştan li ser wê dizane. Di peyamê de ev yek jî hatibû gotin: "Em çûyîna te ji bajarekî ber bi bajarekî din ve dişopînin. Em mala te nas dikin û dizanin tu bi malbata xwe re dijî. Şîreta me ji te re ew e ku tu biçî dewleteke Ereb a din mîna Qeterê. Şîreta me ji te re ew e ku tu vê yekê bikî yan na em ê serê te ji stûyê te jêbikin." Kesê ev peyam şand jî bi zanebûn dewleta Qeterê bi nav kir ji ber dizane xizmên Amal Xelîl li wê derê hene û her dem diçe serdana wan.

Amal Xelîl diyar kir ku ev peyam a Îsraîlê ye ji ber di hefteya yekem a şerê li dijî Zîvala Xezayê de rojnamevan li Başûrê Lubnanê hatin qetilkirin. Di nav de Îsam El Ebdullah di lîsteya wê ya yekem a hedefgirtinê de bû. Piştî mehekê komek rojnamevanan li bajarokê Yaronê kir hedef û wiha domand: "Ez di nava wê komê de bûm. Min ev êriş zindî belge kir û ragihand. Îsraîlê piştî du mehan careke din li bajarokê Mejdel Zon rojnamevanên kanala Meyadîn qetil kirin."

‘Ez ji peyamên wan ên gefxwar natirsim’

Amal Xelîl wiha domand: "Ji dema ku şer dest pê kiriye ve heta niha Îsraîl dijminatiyê bi rojnamevanan dike û her dem ji wan re dibêje ji Başûr derkevin. Ji ber ku rojnamevan rastiyê dibêjin û li dijî Îsraîlê derdikevin Îsraîl tenê bi zimanê gefan diaxive û wan qetil dike. Ev şêwazê wê ye. Tevî hemû hewldanên hedefgirtina rojnamevanan jî em ji Başûr derneketin. Em ê li ber xwe bidin û erka xwe pêk bînin. Ez bi gelek hevkarên xwe yên rojnamevan re li Başûr mame û me li ber xwe daye. Vê berxwedanê hişt ku em dîrokê belge bikin."

Bi peyamê xwestin min û hevkarên min biceribînin’

Amal Xelîl gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Tevî bombebarana berdewam jî em diçûn û dihatin. Me kamera û pênûsan di rewşên herî zehmet de jî ji dest xwe berneda. Balafirên bêmirov di ser serê me re difiriyan. Bombebaran hebû. Me dizanibû dê dijmin me hedef bigre. Çawa min di demên berê de li ber xwe da ez ê niha jî bi berxwedan riya xwe berdewam bikim. Ez dizanimi di hedef wan de me lê belê ez dixwazim bibêjim ku ji peyamên gefê natirsim. Peyama ji min re hat ceribandina min û hevkarên min ên rojnamevan e. Me xwe îsbat kiriye. Em ê her dem rastiyê ragihînin."