Rojnamegerên Tûnisî di grevê de ne
Rojnemevanên jin ên Tûnisî yên beşdarî greva giştî ya ji aliyê Sendîkaya Rojnamegerên Tûnisê ve hatî despê kirin bûne, tekez kirin ku ji bo wan azadiya medyayê xeta sor e.
NAZÎHA BOSAÎDÎ
Tûnis - Di protestokirina kampanyaya tehdîdkirina rojnamevanan li Tûnisê ji aliyê rayedarên ewlekarî yên welat ve weke beşek ji hewildanên bêdengkirina rojnamevanan hat dîtin. Di pêvajoyeke sîstematîk de ku azadiya çapemeniyê tehdîd dike, rêbaza rêvebirina dewletê ya saziyên medyayê û dûrketina xeta redaksiyona saziya televîzyona fermî, rojnamevanên Tûnisî yên di çapemeniya giştî de dixebitin, duh 2’ê Nîsanê roja Şemiyê ketin greve. Bi dehan xebatkarên çapemeniyê yên li ber avahiya fermî ya TV'yê kom bûn û birûşmeyên "Ji marjînalbûnê re na", "Ji bo aktîvkirina peymana hevpar" û “Ji darizandina rojnamegeran re na" berz kirin. Di çarçoveya grava giştî de ajansa me nêrînên rojnemeger û sendîkvanan derbarê rewşa ragihandinê li Tûnisê de girt.
“Azadiya rojnamevanan tê astengkirin”
Rojnemevan Meysa Fatnasî têkildarî tengaviyên rojnamevanên Tûnisî pêre ru bi ru dimînin ev tişt anî ziman: "Rewşa rojnemevanan ne baş e. Ew di şert û mercên xirba de kar dikin. Piştî şoreşê her diçe rewş xirabtir dibe. Tengbûnek li ser azadiya rojnemevanan heye. Çeka tekane ya rojnemevanan bê alîbûn û disiplîna di mijara karê xwe de ne. Di rastiyê de ez rastî tu tengbûnê nehatim, lê ev nayê wê wateyê ku di qadên xebatê de cudakarî li hemberî rojnamevanên jin tune ye. Ruxmî vê yekê jî wan karê xwe berdewam kir û bi aktîv li meydanê digerin.
Meysa Fatnasî ji bo banga greve jî ev tişt got: "Banga grevê di çarçoveya ne asayîbûna saziyên çapemeniyê de bi desthilatdariyê re ye û ji bo rojnamegeran bi taybetî di saziya televîzyonê de li dijî vê asayîbûnê têkoşînek baş e.”
“Li gel ku hejmara jinan di xebatên ragihandinê de zêdeye jî rastî cudakariyan tên”
Endama Sendîkaya Niştimanî ya Rojnamevanên Tûnisî, Emîra Mihemed jî got ku sendîkayê dest bi çend pêngavan kiriye ku bi weşandina çend daxûyaniyan ji bo şermezarkirina siyaseta niha û wiha dewam kir: "Beşa me jin e û rêjeya rojnamegerên jin zêde ye. Mixabin di pratîka şîdetê de, bi taybetî jî tehrîk kirina li ser medyaya civakî, rêbazên li ser zayenda civakî têne pejirandin. Gelek bûyerên tacîzê li dijî rojnemevanên jin tên kirin. Tenê ji ber ku ew jin e, heta di nava saziyên ragihandinê bi xwe de jî rastî cudahiyek ne adîl tê.”
Endama Sendîkaya Niştimanî ya Rojnamevanên Tûnisî Rîm Sodî jî bal kişand ser wê yekê ku piştî 25’ê Tîrmeha sala borî tirsek wan li ser azadiya derbirîn û rewşa rojnemgeriyê hebû û wiha dom kir: "Mafê rojnemevanan ê gihiştina agahiyê tun ye û her du seroktiyên hukumet û komarê agahiyên tam nadin rojnemevanan.”
Sendîkey Niştimanî ya Rojnamegerên Tûnisê diyar kir ku saziyên ku beşdarî grevê dibin dê weşana xwe rawestînin û karê wan dê tenê bi şopandina grevê re sînordar be û wiha domand: "Bi awayekî awarte li ser nûçeyên lezgîn û pêwîst ji bo berjewendiya giştî bixebitin.”
Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewro-Medîterranê jî diyar kir ku hêzên ewlekarî yên Tûnisê dest bi tundkirina kêşeyên li ser karê rojnamevaniyê li welat kirine, ji ber ku rojnamevan ji her demê bêhtir ditirsin ku li hember karê xwe yê rojnamevaniyê rastî tedbîrên keyfî bên.