Rojnamegerên ku bûn dengê heqîqetê

Yek ji şopînerên heqîqetê Rojnameger Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê jiyana xwe ji dest da, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lêgerîna xwe ya heqîqatê domand.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Jinên Kurd ji dîrokê, heya niha di hemû qadên jiyanê de ji tevahiya civak û mîrovahiyê re rola pêşengtiyê girtine ser milê xwe, di dîroka mirovahiyê de bûn jêneveger. Yek ji van qadan jî rojnamegerî ye. Jinên ku berpirsyariya mîrasa rojnamegeriyê ya sedan salan dewir girtin, li beramberî hemû êrîşên li dijî xwe û gelê xwe bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ carnan bi çeka xwe, carnan bi pênûsa xwe, carnan jî bi kamerayên xwe heta dawiya nefesa xwe têkoşiyan.

Her pêvajoya ku civaka Rojhilata Navîn jiyaye, ji şer heya serkeftinan, ji dilêşî heya dilxweşî, ji avakirina jiyana komînal heya runişkandina paradîgma Netewa Demokratîk û hwd, rojnamegeran ji van hemûyan re şahîd kiriye û kêlî bi kêlî ji raya giştî re parvekiriye. Ji ber vê di her pêvajoyê de rojnameger bûne hedefa pergala dewlet-mêr. Lê ruxmî her cure êrîş û gefan rojnamegerên jin bêrawestan karên xwe domandine û niha bi sedan jin di vî warî de ji bo aşkerekirina rastî û hovîtiya desthiltdaran û her wiha ji bo bibin deng û rengê berxwedaniya jinan, di nava xebatan dane û bi dehan ji wan jî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Yek ji şopdarên heqîqetê Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) di 8’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest da. Denîza ku şahîdiya berxwedaniya gelê Mexmûrê kir, şerê li Mexmûrê kêlî bi kêlî kişand û digihand raya giştî ya cîhanê.

Şahîda berxwedaniya Mexmûrê: Denîz Firat

Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat di sala 1984’an li gundê Xecê Xatûn a Çildiran a girêdayî bajarê Wanê ji dayîk bûye. Hîna di zaroktiya xwe de zext, zordarî, girtin, sirgun û êşê nas dike û bi dagirkerî û mêtingeriyê dihese, li dijî wî bi hêrs û kîn dibe. Malbata wê ya welatparêz ji ber zilm û zordariya dewleta tirk berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, ji ber zextên rejîma Îranê ji wê derê berê xwe didin Xakûrkê. Di salên 1991’an de tên çiyayê Xakurkê û dibin şahidê şerê îxanetê ya salên 1991’an. Xwîşka Denîz Firat, Ayfer Yildiztan bi nasnav Binevş tevlî nava refên azadiyê bû, li pey wê jî Denîz Firat li gel xwişka xwe ya biçûk Şukran Yildiztan bi nasnav Sarya Reşo di temenek biçûk de bi hev re beşdarî nava refên azadiyê dibin. Piştre di sala 1992’an malbat derbasî Zelê û piştre jî derbasî wargeha penaberan a Mexmûrê dibin.

Bi salan di nava xebatê çapemeniya azad û altarnatîf de cih girt

Denîz Firat bi xwîngermî û dilsoziya xwe ji bo rastiyê ji hemû cîhanê re ragihîne her tim di nava hewildanên mezin de bû. Ji çiyayan, ji ajans û televizyonên Kurdî re nûçe, dîmen û agahî dişand. Bi salan di nava xebatê çapemeniya azad û altarnatîf de cih girt, Denîz Firat endama rêveberiya YRD, edîtor û nivîskara rojnameya Rojev ya Kurdî ya li Mexmûrê ya ku heftane derdiket bû. Rojnamevan Denîz Firat li Başûrê Kurdistanê nûçegihaniya şer dikir û êrîşên li dijî Mexmûrê û berxwedaniya gel û Gêrîllayan ya li dijî êrîşan di cihê wê de dişopand û bi mîkrofon û kamêreya xwe ji qada şer nûçe ji cîhanê re radigihand. Denîz Firat şahidî ji berxwedaniyê re dikir, di çeperên pêş de cihê xwe digirt û agahiyê herî dawî radigihand, dîmenê şer kêlî bi kêlî dikişand û digihand raya giştî ya cîhanê.

Rojnamevan Denîz Firat di 8’ê Tebaxa sala 2014’an dema ku êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li Mexmûrê dişopand di encama êrîşa bê bext ya çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Denîz Firat bû yek ji nemirên çapemeniya azad û tevlî karwanên nemiran yên çapemeniya Kurdistanê bû. Mirateya ku Denîz Firat ji Gurbetellî Ersoz û Ayfer Serçe girt, ji rojnamegerên jin re mirate hişt. Niha jî bi sedan rojnamegerên jin li pey şopa Denîz Firat lêgerîna xwe ya heqîqetê didomînin.

Denîz Firat, di beşekî rojnivîsa xwe de wiha dibêje; “Ne girînge ku ezê çawa şehîd bikevim ya girîng ew e ku ez li van çiyayan çawa dijîm, ez ê çawa bibim gerîlla û min ji van çiyayan çiqas hez kir, çawa beşdar bûm, min çawa bi wate kir, ya girîng ev in.”

Bi sedan rojnamegerên jin li pey şopa Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe û Denîz Firat lêgerîna xwe ya heqîqetê domandin û di oxira ragihandina heqîqetê de jiyana xwe ji dest dan.

Yekem Gerînendeya Giştî ya Weşanê Gurbetellî Ersoz

Gurbetellî Ersoz di 11 Tîrmeha 1965’an de li gunde Akbûlût ê Palûya Xarpêtê ji dayîk bû. Bavê wê li Almanyayê kar dikir. Navê Gurbetellî li ser esasê ku bavê wê li xerîbiyê dima, hate dayîn. Gurbetellî di ciwantiya xwe de weke ciwaneke kurd gelek zext û zarodariyê dibîne. Gurbetellî di sala 1993’yan de li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi rojnamegeriyê dike. Gurbetellî Ersoz, di sala 1995'an de tev li tevgera azadiya Kurd dibe û navê Zeyneb Agir li xwe dike. Di nava refên Artêşa Jinên Azad ên Kurdistanê de ji bo kêliyên watedar tomar û jîndar bike dest bi nivîsîna rojnivîsê dike. Gurbetellî Ersoz di 8'ê Cotmeha 1997'an de di êrîşên PDK’ê de li çiyayê Garê yê girêdayî başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dide.

Rojnivîska ku Gurbetellî di navbera salên 1995 û 1997’an de nivîsî, piştre pirtûka bi navê “Rojnivîska Gurbet; Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” hat çapkirin. Gurbetellî di rojnivîska xwe de ji bo jinan wiha dibêje: “Tû heye ku ya nu bijî? Di bin ronahiya heyvê de binivisî?  Ji bo gerê amadeye? Ji bo stranê bêjî amadeye? Ez heme heme di riya te de ji bo azadiyê heme.”

Rojnamegerên jin mîrateya Ayfer Serçe dewr girtin

Ayfer Serçe bi nasnav Şîlan Aras di sala 1974’an de li Wêranşara Rihayê hat dinê. Ayfer Serçe di ciwantiya xwe de dixwest bibe rojnameger. Di 1998’an de di nava têkoşîna jinên kurd de cih xwe girt. Demek dirêj li Tirkiye, Ermenistan û başûrê Kurdistanê nûçegihantiyê kir. Piştre jî berê xwe da rojhilatê Kurdistanê. Li Mahabat û Urmiyeyê li dijî xwekuştinên jinan dest bi lêkolînê kir. Di 19 û 23’yê tîrmeha 2006’an de li herêma Kelarêş a di navbera sînorên Îran û Tirkiyeyê de di encama kemîna arteşa Îranê de hat hedef girtin. Heta roja îro jî Îranê derbarê Ayfer Serçe de agahiyek neda. Di ser qetilkirina Ayfer Serçe re 14 sal derbas bû lê heta niha jî nayê zanîn ku cenazeya wê li ku ye. Nifşên piştî wê kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Rojnamegerên jin mîrateya Ayfer Serçe dewr girtin û gotinên wê di her şert û mercan de tînin ziman. Rojnamegerên jin teşîrkirina qetilkirina jinan û teşîrkirina zîhniyeta tecawizkar didomînin. Her wiha rojnamegerên jin bi avakirina torên ragihandinê yên jin xeyalên Ayfer Serçe pêk anîn.

Nûjiyan Erhan bû dengê jinên Êzidî

Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) di 1987’an de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hat dinê. Nûjiyan xwendekarek serkeftî bû. Fakulteya mîmariyê qezenc dike. Lê li aliyê din jî li dijî şerê li Kurdistanê tê meşandin bêdeng namîne. Dema zanîngehê dixwînê biryar dide û di sala 2008’an de berê xwe dide çiyê. Di jiyana Nûjiyanê de pêvajoyek nû dest pê dike. Êdî ew rojnamegerek bû. Li Qendîl, Başurê Kurdistan û herî dawî jî li Şengalê rojnamegerî kir. 

Nûjiyan Erhan li Şengal, Qendîl û Hewlêrê nûçegihanî dikir, heqîqet li ku bûya Nûjiyan li vir bû. Bi wêrektiya xwe dihat nasîn, her tim li cem gelê xwe bû. Di qada şer de bû dengê civaka êzidî. Nûjiyan, xwest qehremanî û berxwedana jinên Rojhilata Navîn a ku nayê zanîn bîne ziman û bi vê armancê derket rê. Lê di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê ji hêla Peşmergeyên Roj ve hat hedef girtin. Nûjiyan bi giranî birîndar bû û piştî 20 rojan di 22’yê Adara 2017’an de li Nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan wekê Gurbetellî, Denîz û Şîlan bi pênûsa xwe heqîqet derxist holê û nemir bû. Niha rojnamegerên jin ên şopdarê wê têkoşîna Nûjiyanê didomînin.

Evîn Bûldan dixwest rojnamegeriya Kurd bi pêş bikeve

Evîn Bûldan hêj 4 salî bû malbata wê koçberê başûrê Kurdistanê bû. Malbat piştî guhertina çend wargehan herî dawiyê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi cih bû. Evîn Bûldan li sirgunê mezin dibe û li Zanîngeha Selahadîn beşa Radyo û Televîzyonê dixwîne. Piştî ku dibistan qedan di sala 2011’an de berê xwe da Amedê û di rojnameya rojane ya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir. Piştî ku rojname bi biryara KHK’ê hat girtin di Rojnameya Rojeva Medya de xebitî. Evîn Bûldan bi kesayetiya xwe û dildariya xwe bandor li her kesî dikir. Evîn Bûldan dixwest rojnamegeriya kurd bi pêş bikeve. Di sala 2017’an de di encama qirîza dil de Evîn Bûldan jiyana xwe ji dest da. Navê Evînê jî wekî bi sedan rojnamegerên têkoşer di nava dîroka çapemeniya Kurd de cihê xwe girt. 

Lêgervana heqîqet û azadiyê: Nagîhan Akarsel

Nagîhan Akarsel bi nasnav Zîlan a bi gotina Sakîne Cansiz "jiyana min her şer bû" ji xwe re wekî felsefeyekê hilbijartibû. Nagîhan Akarsel di 24'ê Hezîrana 1977'an de li Gundê Golyazi yê Cihanbeyliya Konyayê ji dayik dibe. Dibistana amadehiyê diqedîne û li Zanîngeha Gaziyê beşa rojnamegeriyê dixwîne. Ji zarokatiya xwe heta mezin dibe lêgerîna wê ya heqîqetê didome. Nagîhan Akarsel di sala 2008'an de jî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê dike. Nagîhan Akarsel di salên 2014-2015'an de berê xwe dide ware Şoreşa jinan ango Rojava. li beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava wekî akademisyen peywir digire. Ji bo çîrokên jinên Êzidî yên bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû man, li cîhanê belav bike vê carê berê xwe da Şengalê. Piştî wê li Silêmaniyê ji rojnameya Ozgur Gundemê nivîs nivîsand. Wê tenê ji rojnameyê re nedinivîsand her wiha li Silêmaniyê di nava xebatên Jineolojiyê de jî cih digirt. Xeyalekî Nagîhan Akarsel ya herî mezin ew bû ku gundê jinê û pirtûkxaneya jinê ya mezin ava bike. 

Rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Kovana Jineolojî akademîsyen Nagîhan Akarsel roja 4’ê Cotmeha 2022’an li bajarê Silêmaniyê ji aliyê MÎT ve hat hedefgirtin.

Di oxira ragihandina heqîqetê de têkoşiyan

Dilovan Gever, Dilîşan Îbiş, Jiyan Amargî, Şîlan Baqî, Şaristan Asmîn, Gulnaz Ege, Sarya Baran, Hîndistan Penaber, Arjîn Amed, Agirî Yilmaz, Arîn Cûdî, Eylûl Nûhilat, Şîlan Botan, Rohenda Efrîn, Koçerîn Rojîn, Axîn Amûdê, Roza Rênas Amed, Avrîn Mahsûm û bi dehan şehîdên jin ên çapemeniya Azad li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, bûn şopdara Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat û heta nefesa xwe ya dawî carnan bi çeka xwe, carnan bi pênûsa xwe, carnan jî bi kamerayên xwe têkoşiyan.