‘Rojnamegerên jin rastî tundiya derûnî û fizîkî tên’

Rojnamevan Pariz Sabre Mohammad Saleh, diyar kir rojnamevanên jin her roj di saziyên ragihandinê de rastî tundiya derûnî û fizîkî tên û wiha got: “Rojnamegerên jin ji ber tirsa ji kar avêtinê neçarê dimînin bêdeng bimînin.”

HAYLIN AHMED

Silêmanî- Tevî ku jinên rojnameger di ware pêşketîna rojnamegeriyê de gavên girîng diavejin jî, rastî tundî, binpêkirin û tacîzê tên. Jin bi cudakariya zayendî, tacîz, tundiya derûnî, çewisandin û kêmbûna asta beşdarbûna di rêveberî, çand û civakê de rû bi rû dimînin. Lêbelê hejmarek kêm rojnamegerên jin dengê xwe bilind dikin û îstatîstîkên binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ne diyarbûna xwe dipareze.

Binpêkirinên li dijî jinên rojnameger nayê eşkerekirin

Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamegeran , der barê rewşa azadiya çapemeniya li Herêma Kurdistanê raporek weşand. Li gorî îstatîstîkên rêxistinê, di sala 2022’an de li dijî 301 rojnamevan û saziyên çapemeniyê 431 binpêkirin hatiye kirin û di sala 2023’an de jî li dijî 247 rojnamevan û saziyên çapemeniyê 249 binpêkirin hatiye kirin. Lê ya balkêş di îstatîstîkên Navenda Parastina Mafê Rojnamegeran de îstatîstîkên binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin bi awayekî eşkere cih nagre û rojnamevanên jin her roj rastî tundî û tacîzê tên. Di vê navendê de tenê di salên 2022 û 2023’an de bûyerên tundî û astengiya li dijî rojnamegerên jin hate weşandin.

Bûyerên binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên sala 2022’an

Bûyerên binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên sala 2022’an a Navenda Metro wiha ne: “Di 2’ê Nîsanê li Dihokê xebatkara tora nûçeyan a KNN’ê Shaheen Wahab û 4’ê Nîsanê jî rojnameger Zian Abbas rastî êrîşê hatin. Di 18’ê Gulanê de li Dihokê xebata rojnamegeriyê ya rojnameger Esra Mosleh, di 6’ê Tebaxê de jî li bajarê Silêmanî rojnameger Zhilaa Alî û rojnameger û wênekêş Ezhî Ebdulqader hate astengkirin. Di 18’ê Gulanê de rojnameger Senor Karîm, nûçegihana BMC’ê Danya Majîd, rojnameger Mike Kanar Azad û rojnameger Zîne Sattar rastî tundiyê hatin û tiştên wan hatin desteserkirin. Di 28’ê Îlonê de nûçegihana kanala Kurdistan 24 Nian Barzan li Silêmaniyê rastî êrişê hat û di 13’ê Mijdarê de jî nûçegihana Vistega News Lenya Bakhtîar rastî tundiyê hat.”

Ekîba NUJINHA hate astengkirin

Bûyerên binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên sala 2023’an a Navenda Metro jî wiha ye: “Di 23 û 24’ê Kanûnê de rojnameger û çêkervan Soma Halid li Silêmaniyê hate girtin. Di 4’ê Nîsanê de xebata rojnamevanî ya nûçegihana Chater Company Behra Omer hat astengkirin. Di 12’ê Tîrmehê de nûçegihana Chater Company Huey Salah li nuqteya kontrolê ya Qelaçulanê hat lêgerînkirin û derbasbûna wê ya vê qadê hate astengkirin. Di 2’ê Tebaxê de rojnamevana Baaz Medya Bêrîvan Mehdî rastî êrîşek tund hat. Di 3’ê Mijdarê de weşana pêşkevan Tavar Adel a kanala JIN TV û di 26’ê Mijdarê de jî ekîba ajansa NÛJİNHA û JIN TV (Shirin Saleh, Nermin Hossein, Hailim Rashid ve Haylin Ahmad) hate astengkirin. Kesên ku ji bo temaşekirina konferansa Silêmanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê çûn, li ber salona hunerê ya Silêmanî hatin rawestandin.”

‘Rewşa jinên Başurê Kurdistanê her diçe xirabtir dibe’

Rojnameger û aktîvîsta mafên jinan Pariz Saber Mohammad Saleh, der barê ser rewşa jinên rojnameger de wiha got: “Rewşa Başurê Kurdistanê ji her aliyê ve roj bi roj xirabtir dibe û tevî rewşa xirab a jinên li Başurê Kurdistanê, rewşa rojnamegerên jin jî her diçe xirabtir dibe. Rojnamegerên jin li gorî salên berê li cihên xwe yên kar zêdetir bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û pirsgirêkên rojnamegeran bi zelalî tên dîtin, lê kes daxwazên me pêk nayîne û guh nade fikrên me. Lewra zehmet e ku rojnamegerên jin di vî qadê de xebatên xwe bidomînin, lê divê em jin her tim xebata xwe bidomînin.”

‘Kêmbûna îstatîstîkên binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin sedema zêdebûna tundiyê ye’

Pariz Sabre Mohammad Saleh, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê îstatîstîkên rast nîne û navendên ku binpêkirinan tomar dikin tenê taybet ya vê navendê ne. Ev tê wê wateyê ku tenê danayên rojnamegerên jin ên tên navendê tên tomarkirin. Jinên ku di qada rojnamevaniyê de kar dikin, eger di karê xwe de rastî pirsgirêkek bên, gilî ji dezgehên pêwendîdar re nakin. Hewl didin pirsgirêkên bi xwe çareser bikin û ev jî dibe sedema îstatîstîkên kêm.”

“Li saziyên çapemeniyê tundî û êrîşa zayendî zêde bûn’

Pariz Sabre Mohammad Saleh, tundî û binpêkirinên ku rojnamevanên jin di saziyên çapemeniyê de rastî tên wiha anî ser ziman: “Li saziyan çapemeniyê binpêkirin û tundiya li dijî jinan zêde dibe, mûçeyên rojnamegerên jin bi temamî nayê dayîn. Ev jî bandor li ser derûniya rojnameyên jin ên di ajansên nûçeyan de dixebitin dike. Dema ku jin di çapemeniyê de dixebitin, bi rêya torên dijîtal an jî tacîzên zayendî rastî tundiya derûnî û fîzîkî tên. Gelek rojnamevanên jin ên ku ji destpêka karê xwe ve ji ber binpêkirin û tundiyên cuda dev ji karê xwe berdane hene.”

'Li dijî nebaşbûna rewşa aborî rojnamegerên jin bêdeng kir’

Pariz Sabre Mohammad Saleh, da zanîn ku nebûna agahiyên qanûnî yên rojnamegerên jin ên di saziyên çapemeniyê de kar dikin, sedemeke din a zêdebûna binpêkirin û tundiyê ye û ev jî dibe sedema bêdengbûna rojnamevanên jin. Ji bo parastina mafên karmendan ên li cihê kar gelek qanûn hene. Divê nûçegihanên jin têkildarî erk û mafên xwe yên di cihên kar de xwedî zanist bin. Tê diyarkirin ku li Başurê Kurdistanê sedemeke din a ku rojnamevanên jin gilî nakin bêkarî ye. Azadiya fikir roj bi roj kêm dibe, dadgehên Herêma Kurdistanê bi awayekî zêde siyasîbûne, dosyayên rojnamegeran bi awayekî derew tên pêşkêşkirin û rojnameger bi sûcên ji civakê xizmet nakin û dozên siyasî tên sûcdarkirin. Ji ber vê divê rojnameger nebin mexdûrên sûcên nerast û dozên wan li dadgehan neyê redkirin.”

‘Hejmara rojnamegerên jin zêde bû’

Pariz Sabre Mohammad Saleh, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku em xizmeta civakê bikin, pêwîste jinên ku di hemû qadên civakî de kar dikin piştgirî bidin hev. Em jin ji bo dengê jinên di nava civakê de bê bihîstin, di pêvajoyek zehmet de derbas bûn û jinan ji bo ku bigihêjin vê astê gelek fedakarî kirin. Salên berê xebatkar û nûçegihan jin pir kêmbûn, lê di salên dawî de hejmara rojnamegerên jin zêde bû. Niha JIN TV û ajansa nûçeyan a NUJİNHA jî di nav de gelek kanal û ajansên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin hene. Lê divê tevî hemû pirsgirêkan jî asta hişmendî ya mirovan bilind be, Rojnameger di xizmeta civakê de bin û ji bo pêkhateyên civakê xizmet bikin.”