Rojnamegerên jin: Li ser şopa şehîdan em ê li pey rastiyê bin

Rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişê dewleta Tirk de hatin qetilkirin bibîr anîn û gotin: “Li ser şopa şehîdan em ê bi pênûs û kamerayên xwe li pey rastiyê bin.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Dewleta Tirk di 23’ê Tebaxa 2024’an li Seyîdsadiqa girêdayî bajarê Silêmaniyê, Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, wesayîda rojnamevanan hedef girt. Di encamê de rojnamevanên jin Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Jinên rojnamevan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşa dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin.

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Jin YRJ Evîn Îbrahîm û rojnamevan Hebûn Omer helwestên xwe diyar kirin û êrîşê bi tundî şermezar kirin.

‘Em vê êrişê weke planeke li ser şoreşa jinan şîrove dikin

Evîn Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Jinan û got: "Dengvedana Şoreşa Jinan a ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû, zêdetirî 12 salan e berdewam dike û niha jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin dirûşma "Jin Jiyan Azadî" de didome û li cîhanê jî  deng vedaye. Ev dibe sedem ku her dem jin bibin hedefa sîstemên desthilatdar û dewletên ku dagirkeriya wan li ser Kurdistanê heye. Me dît di dema dawî de ku hedefgirtina jinan di asta herî bilind de bû bi taybetî jinên ku di qada çapemeniya azad de dixebitin. Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de beriya salekê dewleta Tirk wesayîda Jin Tv hedef girt û di encamê de hevkarekî me yê rojnamevan şehîd bû, hevkara me Delîla Egîd jî birîndar bû. Em vê weke planeke li ser şoreşa jinan şîrove dikin. Ji ber ku îro dengê jinan, şoreşa jinan û dirûşma Jin Jiyan Azadî bûye hêzeke mezin ji bo hemû jinên li cîhanê."

‘Em ê heta dawî xwedî li keda rojnamevan Gulistan û Hêro derkevin’

Evîn Îbrahîm bi tundî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û teqez kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên riya şehîdan bin û wiha bi dawî kir: "Em weke Yekitiya Ragihandina Jin YRJ; hemû kiryarên dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin û em ê heta dawiyê li ser xeta van şehîdan bin. Ji ber ku bi taybetî rojnamevan Gulistan Tara rojnamevaneke ku li Rojavayê Kurdistanê mabû, di qada çapemeniya azad ya jinan de cihê xwe girtibû, yek ji damezrînerên Yekitiya Ragihandina Jin bû. Ji ber vê yekê, em ê heta dawiyê xwedî li keda rojnamevan Gulistan, Hêro û hemû şehîdên çapemeniya azad derkevin û li ser şopa wan berdewam bikin."

‘Ji bo ku êrîş û binpêkirin eşkere nebin xebatkarên ragihandinê hedef digrin

Rojnamevan Hebûn Omer jî helwesta xwe li dijî êrîşê diyar kir û got: "Vê êrîşa herî dawî ku li dijî rojnamevanên jin li Başûrê Kurdistanê çêbû hatî, ne ya yekem e. Beriya niha jî dewleta Tirk li kîjan cihî xwestiye êrîş kiriye. Ji bo ku ew binpêkirin û êrîşên hovane yên li ser gel pêk tîne dernekevin holê, çavên ku rastiyê, ango ragihandinê hedef digre. Di vê êrîşa her dawî de hevkarên me Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bûn hedefa êrîşeke hovane. Bi taybetî em îro dibînin kesên li wê derê hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin, ev êrîş bi serweriya wan pêk tê. Ji ber vê yekî li hemberî van sûcan bêdeng in. Ji ber ku ev rojnamegerên ku hatin hedefgirtin baş tên nasîn û dizanin ku rola wan çendî mezin e. Em jî weke rojnamevanên jin li hemberî wan bûyerên ku pêk tên û hedefgirtina jinan bêdeng namînin. Em dibêjin; helwesta me wê diyar be bûyerên ku rû didin wê bi pênûs û kamerayên azad her dem werin şopandin."