‘Bila gorên komî yên dema Enfalê bînin warên wan’
Komek ji kesûkarên enfalan yên bajarê Koye û Rêveberiya Şehîdên Enfalê, di serdana gorên komî yên li Nugre Selman de diyar kirin ku ji ber cihê gorên komî dûrî wan in, çûyîn û hatin gelek zehmet e û xwestin cihên van goran bên guhertin.

ŞIYA KOYE
Koye- Komek ji kesûkarên enfalan ji bo bîranîna şehîdên enfalê li sînorê bajarê Koye li Nugre Selman, ev cara sêyem e diçin serdana gorên kesûkarên xwe yên hatine qetilkirin. Komê xwest ku gorên kes û karên wan vegerînin û zirarên wan ên madî û manewî bên dayîn. Komê xwest ku rojek ew jî bikaribin li herêma xwe serdana gorên kesûkarên xwe bikin.
‘Her sal em serdana gorên komî dikin’
Rêveberiya Karûbarên Şehîdên Enfalê li Koye Tavge Heme Salih têkildarî serdana wan wiha got: “Em wek kesûkarên enfalan li sînorê bajarê Koye her sal şehîdên enfalê bibîr tînin. Îsal me xwest em tiştek teqlîdî nekin. Ji bo me kêfxweşî ye wek dilniyek ji bo kesûkarên enfalê em bên gorên komî û girtîgeha Nugre Selamen ku kesên enfalkirî tê de mane, nîşan bidin. Wek kesûkaran em ji bo zindîkirin û ji bo ku kesên hatine enfalkirin neyên jibîrkirin xebatên xwe didomînin. Bila bê zanîn ku çawa ji bo niştiman û şoreşa Kurd têkoşiyane û nifşên bên, bizanin ku Kurd di kîjan dozê de derbas bûne heta gihîştine vê rojê.”
‘Daxwaza kesûkaran vegerîna goran a li herêmên xwe ye’
Tavge Heme Salih da zanîn ku vê carê serdana wan ji yên din cûdatir bûye û wiha got: “Me li gel dezgehên Şehîdên îraqê hemahengî çêkir, ji bo gihandina daxwazên kesûkarên şehîdên enfalê. Ew jî hemahengiyek baş bû. Wan jî pêşwazî li daxwazên me kirin. Me daxwaz kir ku beşê gorên komî wek herêmên din ên Îraqê bikarin belge bigrin û wan gorên komî vegerînin herêmên xwe. Daxwazên kesûkarên qurbaniyan ew e ku bikaribin ji tendurîstî û perwerdê sûd bigrin. Zarokên wan bikaribin bixwînin û tayîn bibin. Daxwazek din a wan hebû ku ew hestiyên ku di gorên komî de tên vegerînin herêmên wan û bên nasîn. Ji ber ewqas êş kişandine, her car nikarin biçin herêmên dûr û vegerin.”
‘Mirov nikare bi peyvan bîne ziman’
Tavge Heme Salih di berdewamiya axaftina xwe got ku ev hesta ku li cihên gorî komî tê jiyîn bi ziman nayê behskirin û wiha got: “Mirov nikare bi çend peyvan behs bike. Ji ber her kesek ku cara yekem biçe wî cihî şok dibe, bawer nake, dirêjiya rê diwestîne, lê belê dema tên wêderê ew kesûkarên di nava erebeyê de bê hewa bê nan û av mane. Dil pê dişewite. Dema xwe dikim şûna wan û tinîm bîra xwe, dayîkek li ber çavê wê zarokên wê gulebaran kirine çi hîs dike, herçî çêbe jî rondik ji çav nesekine ji ber wê her kesek dema wî cihî dibîne dibe kesek din û tu car nikare ji bîr bike.”
Tavge Heme Salih têkildarî bajarê Koye û dema hemû kesên çekên xwe radest kirine û hatine nava gund hatine qetilkirin jî wiha got: “Kesên azadîxwaz, zana û leşkeran jî çekên xwe radest kir. Ji ber ew biryara efûyê ku hebû jiyana wan biparêze, lê belê mixabin hemû birin û bi zindî kirin nava gorên komî. Hestiyê her dayîkek dibînin ji bo zaroka xwe biparêze li pişt xwe veşartiye û çavên wan hemû girtî bû, lê belê çavê zarokan ne girtî bû. Ji ber wisan diyar dibe ku zarok bi tozê û tirs jiyana xwe ji dest dabe. Gelek zehmet e mirov bikare behs bike. Wê demê mirov difikire ku ew zarok çawa bang li dayîka xwe kiriye û çawa hîsa tirsê jiyan kiriye.”
Tavge Heme Salih destnîşan kir ku li hember van daxwazên wan bêxemî û xemsariyek heye û ev tişt gotin: “Em nikarin bi yek deng û bi yek reng li enfalkiriyan xwedî derkevin. Me nekarî em vana bikin belge û jenosîdê bidin nasîn. Mixabin heta niha li ser hinek pirsan em nebûne yek û her yek ji bo berjewediyên kesê xwe hewl didin yan ji bo berjewendiyê partiya xwe. Em wek Rêveberiyên Şehîdan û Enfalên Koye hewl didin ku derbarê enfalên de dosyayeke berdest be, civak bikarin hestiyên zarokên xwe bibînin û serdanan wan bikin.”
Pêvajoya Enfalê di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Baasê ve bi 8 qonaxan destpê kirin. Li gorî texmînan zêdeyî 182 hezar jin, zarok û mêr wenda bûn.
Di destpêka pêvajoyê de hikûmeta Baasê bi îmzeya Sedam Huseyîn, bi 7 biryaran biryara valakirina gundên herêma Kurdistanê derxist.
Endamê Serkirdeya Herêmî ya Partiya Baasê Elî Hisên Mecîd serpereştiya pêvajoyê dikir. Li sînorê Koye 856 hemwelatî jin û zarok hatin qetilkirin. Hejmara jinan 73’ye û nêzî 320 zarokan, hemû kesûkarên xwe di enfalê de wenda kirine.