Rojnamegerên hatin girtin: Rojnamegerî tê darizandin

Rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat ên ji ber xebatên rojnamegeriyê hatin girtin gotin: “Rojnamegerî tê darizandin. Me dest jê berneda em ê niha jî dest ji karê xwe bernedin.”

Navenda Nûçeyan- Rojnamgerên ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbol bû di 23 Nîsanê de bi serdegirtina malan hatin binçavkirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistin” hatin girtin peyam şandin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û xebatkarê çapmeniya azad Erdogan Alayumat, bi riya parêzeran peyam şandin.

‘Rojnamgerî tê darizandin’

Esra Solîn Dal ji Girtîgeha Bakirkoyê peyam şand û wiha got: “Li dadgehê ne nûçegihanên MA’yê rojnamegerî hat darizandin. Ji me pirsîn gotin çima hûn nûçeyan çêdikin û rojnamegeriyê dikin. Em dizanin ku ev biryareke hiqûqî nîn e, biryareke siyasî ye, ji bo pêşî li ragihandina rastiyan bigrin lê çi dibê bila bibe heqîqet derdikeve holê. Polîtîkayên zext û têkbirinê her dem hebûn. Me ji destpêkê ve dest karê xwe berneda em ê bernedin jî. Em ê li hundir jî rastiyan binivîsînin û rastiyan bibêjin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”

‘Pênûsa me emanetê hevalên me ye’

Rojnameger Erdogan Alayumat jî di peyama ku ji girtîgeha Metrîsê şand de bal kişand ku dosya ji derveyî krîmînîlîzekirina rojnamegeriyê pê ve tiştekî nîn e. Erdogan Alayumat got: “Em ji ber nûçeyên ku çêdikin tên darizandin lê rojnamegerî tiştek wisa ye ku nikare were darizandin. Ev dosya heta îro her dem vala derketin û dê ji niha û pê ve jî dê vala derbikevin. Ala ku me ji Apê Musa, Hrant Dînk û Metîn Goktepe dewr girtiye em ê hilgirin. Niha pênûsa me emanetê hevalê me ye." dedi.

‘Yek ji sedemên girtina me nûçeyên taybet ên li ser tecrîdê ne’

Rojnameger Mehmet Aslan jî bal kişand ku girtin û zexta li ser rojnamegerên Kurd meseleya îro nîn e û wiha domand:

“126 sal in çapemeniya Kurd di nava vê cendereyê de têdikoşe. Berxwedana çapemeniya Kurd nû nîn e, xwedî dîrokek e. Îro di şexsê me de li ser çapemeniya Kurd êrişek heye. Sedema bingehîn a vê êrişê diyar e, em dizanin. Bi vê zanînê em gavên xwe davêjin. Bepirsyarî û deynê me ji bo dîrokê û gel heye. Em bi nivîsandina heqîqetan hewl didin vê deynê xwe bidin. Yek ji sedemên taybet ên girtina me jî çêkirina nûçeyên taybet ên li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Ev jî nîşan dide ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de çiqas aktorekî girîng e. Ji bo wê divê mirov pir bi baldarî li ser vê meseleyê raweste. Ji bo her kesê em selam û rêzên xwe dişînin."