Rojnamegera ku bi bavê Jîna Emînî re hevdîtin kir ceza girt

Li Îranê zexta dewletê ya li hemberî civakê û hemû beşan berdewam dike. Rojnameger Nazila Merufyan ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevdîtin pêk anîbû, 2 sal cezayê girtîgeh û cezayên din girt. Cezayê wê yê girtîgehê 5 salan hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên gel ên bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê piştî ku Jina Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hat qetilkirin 134 roj in bênavber berdewam dikin. Li hemberî gelê ku ji bo jiyana azad daketîn qadan dewleta Îranê hemû cureyên zext û rêbazên îşkenceyê bi kar tîne, ji bo tepisandina xwepêşandanê hema bibêje serî li hemû riyan dide.

Cezayê girtîgeh pere û qedexeya derketina derveyî welat

Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ji ber rojnameger Nazila Merufyan bi bavê Jîna Emînî re hevdîtin pêk anîbû, di 30’ê Mijdara 2022’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û dûre jî hat girtin. Nazila Merufyan di 19’ê Çileyê de bi kefalet hat berdan. Nazila Merufyan, di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û du caran felca demkî derbas kir. Nazila Merufyan a ku bi kefaletê hat berdan, hat zanîn ku cezayê girtîgehê yê 2 salan lê hatiye birîn. Tevî cezayê girtîgehê, 15 milyon pereyê tumenê Îranê û 5 sal qedexeya derketina derveyî welat lê hat birîn.

Cezayê wê 5 salan hat taloqkirin

Rojnameger Nazila Merufyan li ser hesabê xwe yê twîtterê ev ev yek parve kir: “Dadgeha Tahranê ya Şoreşê ji aliyê şaxa 26’an ve bi îdiaya ‘Li dijî pergalê xebatên propagandayê’, ‘Bi weşandina hevdîtinan a tevliheviya nava civakê’ û ‘Belavkirina nûçeyên derew’ 2 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn. Tevî wî cezayî 15 milyon pereyê tumenê Îranê û 5 sal qedexeya derketina ji derveyî welat li min hat birîn. Cezayê min ê girtîgehê 5 salan hat taloqkirin. Ev biryar ji derveyî danişînê hatiye dayîn.” 

Taloqkirina ceza çi ye?

Taloqkirina ceza, tê wateya ku mehkûm di demek diyar de di bin çavdêriyê de ye. Ceza ji derveyî girtîgehê tê wateya înfazkirinê. Kesê ku ceza girtiye, nakeve girtîgehê û mafê welayet û vesayetê bi kar tîne.