Rojnamegera Filistînî: Rojnamevan bi zanebûn tên hedef girtin

Êrişên Îsraîlê li ser Zivala Xezayê bê navber didome. Di şerê didome de rojnamevan bi zanebûn dibin hedef. Rojnamevan Rula Nesar ya Filistinî got ku Xezayê çi cihê rojnamevan lê hebin tên hedefgirtin.

REFÎF ISLAM

Xeza – Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê 341 roj li pêy xwe hişt. Di êrişên berdewam ên artêşa Îsraîlê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji destdane û birîndar bûne. Di êrişan de ne tenê zarok û jin her wiha endamên tîmên tendirûstiyê, bijîjk, rojnamevan jî dibin hedefa êrişan. Heya niha li Xezayê bi dehan rojnamevan jiyana xwe ji dest dane an birîndar bûne. Leşkerên Îsraîlê rojnamevanan yekser dike armanc û karê wan de astengiyan derdixine. Rojnamevana Filistînî Rula Nesar jî yek ji wan rojnamevanane ku bi êrişên Îsraîlê re rûbirû dimîne. Rula Nesar ji ajansa me re qala rojnamevanên jin ên di qada şer de zehmetiyan dikşînin kir.

‘Jiyana jinên rojnamevan ji neçarî hatiye guhertin’

Rojnamevan Rula Nesar di destpêka axaftina xwe de behsa zehmetiyên jinên rojnamevan dikşînin kir û wiha qal  kir: “Şerê berdewam ên li Xezayê bi her awayî jiyana jin û zarokan guhert, taybetî yên jinên rojnamevanên jin. Jinên rojnamevan neçar in li gor jiyana heyî tev bigerin. Ji ber xaz û kehrebe li herêmê tune ye neçarin cilan bi desta bişon, agir dadin. Alîkariyê di veguhestina avê de pêşkêş bikin û demên dirêj kar bikin heta ku piraniya bûyeran werin şopandin. Ez berê weke rojnamevan li komeleya El-Şîfaa ya tibî dixebitîm, ev dever gelek xeter bû û rojane dihat hedef girtin. Piştre ez neçar mam bi malbata xwe re koçber bibim.”

‘Hedef girtina  rojnamevanan gelek xirabî bi xwe re anîn’

Rula Nesar di berdewamiya axaftina xwe de behsa hedef girtina rojnamevanan kir û wiha got: “Hedefgirtina saziyên çapemeniyê bû sedem ku gelek pirsgirêk derkeve û alavên rojnamevaniyê neyên peydakirin. Pir caran rojnamevan bi telefona xwe bûyeran dişopînin. Pêre krîza şarja telefonan derdiket û cîhazên enerjiyê jî ji bo şarjê nayên peydakirin. Herêma bakurê Zîvala Xezayê ji beriya çend mehan ve ji cîhanê qut bûye. Bi vegera internêtê pirsgirêk çareser nebûn. Divê baneke gelekî bilind were dîtin ji bo toreya internêtê bikşîne û madeyan bişîne. Ev hemû jî dê pêk werin di demekê de ku balafirên keşfê li ser asîman digerin. Awayên veguhestinê tune ne. Hêzên Israîlê nahêlin sotemenî derbasî bakurê Zîvala Xezayê bibin di encam de erebe peyda nabin ji ber vê yekê neçar dimînin bi seatan di bin tava rojê de bimeşin da ku bighêjin cihê bûyerê."

‘Berê xwe didim çîrokên gel’

Rula Nesar wiha gotinê xwe domand: “Bi zêdebûna bûyeran û şopandinê re ez herî zêde berê xwe didim çîrokên azarên xelkên Xezayê. Berê xwe didim herêmên hêzên Israîlê jê derdikevin ji bo bûyeran belge bike û bi raya giştî û cîhanê re parve bike. Tevî ku xelk piştgiriyê didin jî lê belê di dema şopandinê de ez di helwestên zehmet re jî derbas dibim mîna ku hin kes naxwazin pêre bidin û bistînin.”

‘Cihê rojnamevan lê bin hedef tê girtin’

Rula Nesar di dawiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Ez qet loman ji xelkên herêmê nakim ji ber hêzên Israîlê tirseke mezin di dilê welatiyan de li dijî rojnamevanan çêkiriye. Her kes êdî ditirse nêzî rojnamevanan bibe ji ber çi cihê rojnamevan hebin hedef girtin heye. Carekê min xwest ez jineke temen mezin bighînim cihê wê lê dema cilê min ên parastinê dît qîr kir û xwest dakeve. Israîlê dema cilên parastinê û navê "Press" li ser dibîne û rengê wê şînê tarî ye hedef digre. Ma çi gunehê me rojnamevanan û welatiyan heye heta em bi vê hovîtiyê tên hedefgirtin? Ez hewil didim karê xwe bi kamereyê belge bikim û belav bikim da ku cîhan tevahî bizanibe ku ew sivîl e û ti şaştiyê nake lê belê medyaya dîjîtal şerê Filistînî dike. Ezê qet belgekirina bûyeran ranewestînim û ezê her demdê her dem bişopînim.”