Rojnameger Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Nûjiyan Erhan di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê hevalên xwe yên rojnameger û endamên TAJÊ ve li ser gora xwe hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de soza şopandina rêya Nûjiyan Erhan hat dayîn.

Şengal-Rojnameger Nûjiyan Erhan ku di 22’yê Adara 2017’an de di encama hedefgirtina pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê ve jiyana xwe ji dest da, di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a Şengalê ji aliyê hevalên xwe yên rojnameger û endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hat bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de rojnameger Nûjîn Êzidî û endama TAJÊ Xoxê Cindî axivîn û Nûjiyan Erhan bi bîr anîn.

‘Em ê her tîm li ser şopa şehîdên xwe bin’

Li ser navê TAJÊ Xoxê Cindî diyar kir ku dema PDK û dewleta tirk xwe kirine yek û bi ser Sinûna Şengalê ve hatine wê demê Nûjiyan Erhan jî di meşa Sinûnê de amade bûye û wiha got: “Berê jî her ji me dema fermanê dipirsî û me jî jê re behsa fermanê, tiştên ku wê rojê qewimîn vedigot. Heval Nûjiyan tiştên beriya fermanê û piştî fermanê hemû ji me dipirsî. Em niha çi bêjin jî kêm e, heval Nûjiyan gelek tişt ji bo me Êzidiyan kir. Ez di şexsê heval Nûjiyan de hemû şehîdên 74 fermanê û azadiyê bi bîr tînim. Em ê her tîm li ser şopa şehîdên xwe bin.”

‘Em ê xwedî li pênûs û kameraya wê derkevin’

Li ser navê Ragihandina Azad ê Jinên Êzidî (RAJÊ) Nûjîn Êzidî axivî û ev tişt anî ziman: “Ez şehîd Nûjıyan bi bîr tînim û bejna xwe li ber şehîdan ditewînim. Heval Nûjiyan ji bo rastiya fermanê nîşanî hemû cîhanê bide bi dilxweşî û fedekariyeke mezin berê xwe da Şengalê. Heval Nûjîyan bi berxwedaneke mezin êş û berxwedana jinên Êzîdî nîşanî herkesî da. Em şopdarên şehîd Nûjiyan ku piştî şehadeta wê tevli kar û xebatên ragihandinê bûn, xwest wekî wê bibin dengê rastiya civaka xwe û dengê civaka xwe bigihînin hemû cîhanê. Beriya fermanê li Şengalê ragihandina ku rastiya civaka me bide nîşandan nîn bû lê piştî fermanê bi hatina fikr û ramanê Rêber Apo ragihandina azad li vir hat avakirin û rastiya fermanê û civaka me li hemû cîhanê hat nîşandan.

Hedefa yekem ragihandina azad e

Şehîd Nûjiyan xwest ragihandana jin li Şengalê ava bike û xwest jinên Êzidî bi rêya ragihadina jin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Heval Nûjiyan dîmena çawa ku PDK em hiştin û reviyan nîşanî hemû cîhanê da. Ji ber vê yekê ji aliyê pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê ve hat hedefgirtin û şehîd xistin. Ev ne cara yekem e ku ragihandina azad ji aliyê dijmin ve tê hedefgirtin. Dijmin her ku didît planên wan ên qirêj bi ser nakeve ragihandina azad dike hedef, hedefa yekemîn ragihandina azad e. Şehîd bi vê zanebûnê ji aliyê dijmin ve hat hedefgirtin. Em ê heta dawiyê her li ser şopa şehîd Nûjiyan bin û xwedî li pênûs û kameraya wê derkevin.

‘Em ê li ser şop a şehîd Nûjiyan bin’

Piştî merasîma bîranînê endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo û rojnameger Hêvîdar Şengalî ji ajansa me re axivîn.

Şemê Remo ku di destpêka axaftina xwe de Nûjiyan Erhan û hemû tekoşêrên azadiyê bi bîr anî, diyar kir ku Nûjiyan Erhan hemû rastiya şer a li Şengalê qewimî nîşanî hemû cîhanê daye û wiha got: “Heval Nûjiyan xwe digihand her dayikê, çîrok, êş û tiştên ku di fermanê de jiyabûn nîşanê cîhanê dida. Em îro ji bo bîranîna şehîd Nûjiyan hatin ser gora wê. Em soz didin şehîd Nûjiyan û hemû şehîdan, heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê her li ser şopa wan, hedef û armanca wan bin. Xwesteka şehîd Nûjîyan bi temamî azadbûna Şengalê û vegera civaka Êzîdî bû. Heval Nûjiyan ji ber rastiya dijmin dida nîşandan, hat hedefgirtin. Çi dibe bila bibe em dibêjin şehîd Nûjiyan bila dilê te rihet be em ê xwesteka te bi cih bînin û em ê her li ser şopa te bin.”

‘Heval Nûjiyan kedeke mezin li ber Êzidiyan da’

Her wiha rojnameger Hêvîdar Şengalî jî ev tişt anî ziman: “Destpêkê em şehîd Nûjiyan bi bîr tînin. Heval Nûjiyan kedeke mezin li ber civaka me da, rastiya fermanê û civaka me da nîşandan. Ji ber vê yekê dijmin heval Nûjiyan kir hedef û wê şehîd xist. Em jî wek hevalên wê dê her li ser şopa wê bin û xwedî li keda wê derkevin.”