Pêdiviyên jiyanî yên rojnamegeran tê astengkirin
20 jê rojnameger 21 kesên ku di bin çavan de tên girtin, bi seatan li hucreyên bê şibakê hatin girtin û pêdiviyên wan ên jiyanî hat astengkirin.
Amed – 20 jê rojnameger 21 kesên ku 8’ê Hezîranê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibûn binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê li hucreyên yek kesî de tên girtin. Rojnamegerên ku ev 6 roj in di bin çavan de tên ragirtin, rastî nêzîkatiyên kêyfî tên. Hat ragihandin ku rojnameger li hucreyên bê şebake tên ragirtin û bi seatan destrûra pêwistiyên wan ên jiyanî nehatiye dayîn. Hat ragihandin ku rûxmê hemû hewldanên rojnamegeran, bi seatan deriyên nezaretxaneyê bi awayekê keyfî nehatiye vekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêvajoya binçavkirinê ya rojnamegeran li Edliya Amedê ji aliyê dozgerê ve heyanî 16’ê Hezîranê hatibû dirêjkirin.