Rojnameger Eylem Babayîgît hat binçavkirin
Rojnameger Eylem Babayîgît danê sibehê di encama serdegirtina malan de hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de Rojnameger Eylem Babayîgît li mala ku lê dima hat binçavkirin. Eylem Babayîgît birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Li aliyê din rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû ku di çarçoveya heman lêpirsînê de di 17’ê Çile de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê"hatin giritn.