Rojnameger Elaha Khosrawî ji bo îfadeyê hate bangkirin
Rojnamevan Elaha Khosrawî Yegane ji aliyê hêzên Îranê ve piştî ji bo îfadeyê hate bangkirin, hate lêpirsînkirin.
Navenda Nûçeyan – Elaha Khosrawî Yegane di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê X’ê de ragihand ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye bangkirin û lêpirsînkirin.
Elaha Khosrawî Yegane diyar kir ku hêzên ewlehiyê gefa ku hesabê xwe yê medyaya dijîtal bigre lê xwarine.
Derbarê sedemê bangkirina rojnamevanê ji bo îfadeyê, heta niha tiştek nehate zanîn.
Elaha Khosrawî Yeganê, yek ji amadekara podcast a bi navê ‘Gazete’ ye ku balê dide ser dîroka çapemeniyê ye.