Rojnameger Dîren Yurtsever beraet kir

Rojnameger Dîren Yurtsever ku ji ber nûçeya xwe ya “Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin” dihat darizandin, ji dozê beraet kir.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Dîren Yurtsever dema Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) bû, ji ber nûçeyên bi sernavê “Di îdianameya Doza Kobanê de îfadeyên şahidan ên hev nagirin” û “Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin” bi îdiaya “Nasnameya sîxûran aşkera kiriye û weşandiye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Dîren Yurtsever li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate dîtin.

Dîren Yurtsever û parêzerên wê Sercan Korkmaz û parêzera Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Şûle Recepoglû di danişînê de amade bûn. 

Tişta ku me kir, karê rojnamegeriyê bû

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Dîren Yurtseverê parasina xwe kir û got: “Doza Kobanê ji raya giştî re vekirî hat dîtin. Ji bo şopandina dozê li pêşiya rojnamegeran tu astengî nebûn. Li Tirkiyeyê hemû rojnameger, siyasetmedar, şandeyên navneteweyî jî doz şopandin. Nûçegihanên ajansa me jî doz dişopandin û nûçe li gorî girtekan amade dikirin. Kesê li wir şahidê nepen an jî sîxûr nebû. Me rewşekî nepen aşkera nekiriye. Li gorî min di vê dosyayê de hêmayên sûc çênebûne. Ji ber ku ew doz di rojeva Tirkiyeyê de bû, der heqê wê de gelek nûçe hatin çêkirin. Tişta me kirî, karê rojnamegeriyê bû û me doz şopand. Me bi tu awayî kesek hedef nîşan nedaye. Kesê behsa xeberê şahidê nepen nebû, dozeke nepen nebû, navê wî di girtekan de bi aşkerayî hatibû nivîsandin û wî bi xwe jî digot; ‘dixwazim navê xwe aşkera bikim û wisa biaxivim.’”  

Parêzer Sercan Korkmaz jî got: “Li holê dozeke vekirî heye ku rojnameger dişopînin. Tişta di vê dosyayê de tê darizandin jî ev rewş e. Hêmayên sûc zelal nînin.” 

Nasnameya kesê behsa xeberê aşkera ye’

Parêzer Şule Recepoglû jî diyar kir ku kesê bi navê Samî Baran ji poşmantiyê sûd girtiye û got: “Ev di îdianameya we de cih digire. Vî kesî navên bi sedan kesan da û bû sedem ku der heqê bi dehan siyasetmedaran de doz bên vekirin. Ev kes şahidê nepen an jî sîxûr nîne. Jixwe nasnameya sîxûran veşartî dimîne. Vî kesî ji bo ceza lê neyê birîn ji poşmantiyê sûd girtiye. Ev kes di girtekên hêzên ewlekariyê û dadgehê de weke ‘îtîrafkar’ hatiye nivîsandin. Di nûçeyan de jî wisa derbas bûye.” 

Piştî parastinan, dozgerî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Dîren Yurtsever bê cezakirin. 

Dadgehê, bi sedema ku hêmayên sûc ên madî çênebûne, biryara beraetê da.