ROJIN: Hûn ê nikaribin jinên rojnamevan bitirsînin

ROJIN’ê li ser êrişa dewleta Tirk a li Silêmaniyê ku du rojnamevanên jin bûn hedef daxuyanî da û got: “Hûn nikarin, jinên rojnamevan ên ku dibin dengê jinên bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ diherikin qadan bitirsînin û bi paş ve gav bidin avêtin.”

Navenda Nûçeyan- Di êrîşa dewleta Tirk a duh li navçeya Seyîdsadiqa bajarê Silêmaniyê, li dijî wesayîda rojnamevanên Kurd pêk hat de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de berpirsê Medyaya Dijîtal ê Şîrketa Chatrê Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Yekitiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û wiha got:

“Em êrîşa sûîqestê ya li dijî rojnamevanên Kurd ên li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê ku di 23'ê Tebaxê de bi hevkariya Tirkiye û PDK'ê pêk hat, bi tundî şermezar dikin û ji raya giştî re radigihînin ku em ê hesab ji wan bipirsin. Em ji malbatên hevpîşeyên xwe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û xebatkarên çapemeniya azad re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.

Êrîşa sûîqestê ya li Seyîdsadiqê, di salvegera êrîşa li dijî ekîba JIN TV’yê ya 23’yê Tebaxa 2023’yan de li ser riya Qamişlo-Amûdê pêk hatin, ne bûyereke tesadufî ye. Qetilkirina endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê rojnamevan-akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li Silêmaniyê, cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Peşxan Ezîzî ji aliyê rejîma Îranê di 23'yê Tîrmehê de hat birîn û herî dawî hedefgirtina hempîşeyên me yên di êrîşa li Seyîdsadiqê de nîşan dide ku desthilatdarî hewl dide ser rastiyan bigre. Di 8’ê Tîrmehê de qetilkirina xebatkarê Çira FM'ê Mûrat Mîrza Îbrahîm li Şengalê jî encama heman hewldanê ye.

‘Hûn ê nikaribin bi rojnamevanan şûnde gav bidin avêtin’

Dewleta Tirk a qirker li aliyekî li derveyî sînorên xwe rojnamevanên ku rastiyê dişopînin qetil dike û li aliyê din li welat vê polîtîkayê bi binçavkirin, girtin, şîdet û zextan didomîne. Weke ROJIN, em careke din dixwazin vê rastiyê bi bîr bînin: Hûn nikarin bi êrîş, zext û komkujiyan rojnamevanên ku daxwazên demokratîk û azadîparêz ên civakê radigihînin û ji bo ragihandina rastiyê her şêwe xeteriyan digrin ber çavan bitirsînin. Hûn nikarin pêşî li çapemeniya azad a ku rastiyan dişopîne bigrin. Hûn nikarin, jinên rojnamevan ên ku dibin dengê jinên bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ diherikin qadan bitirsînin û bi paş ve gav bidin avêtin. Em ê rastiyên ku hûn hewl didin veşêrin, bi fikir, pênûs û kamerayên xwe derxin holê. Bi weşangeriya xwe ya azad em ê hesabê hempîşeyên xwe bixwazin. Em ê weke hempîşeyên Rosîda, Gulistan û Hêro, berdêl çi dibe bila bibe, rastiyê bişopînin, raya giştî agahdar bikin û polîtîkayên qirêj deşîfre bikin.

Em bang li çapemeniya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan dikin ku li dijî polîtîkayên şer û êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan, bikevin nava tevgerê.

Em ê bîranîna hempîşeyên xwe bi weşangeriya xwe ya wêrek zindî bihêlin û em ê bibin deng û gotina jin û civakê ku ji bo wan canê xwe feda kirine."