ROJIN: Divê rêxistinên jinan bikevin nav liv û tevgerê

Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) têkildarî biryarên îdamê yên dewleta Îranê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li saziyên çapemenî û rêxistinên jinan hat kirin ku ji bo rawestandina cezayê îdamê bikevin nav liv û tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Bertekên biryara dewleta Îranê ya der barê Pexşan Ezîzî – Şerîfe Muhammedî zêde dibin. Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) têkildarî biryarên îdamê yên dewleta Îranê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber polîtîkayên şer ên ku di roja me de zêde dibin, civak ji her demê zêdetir pêdivî bi agahî wergirtinê dibînin. Zextên rejîmên totalîter ên li ser rojnamevanan zêde dibin. Li gorî daneyên rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ên Navneteweyî li seranserî cîhanê gelek hikûmet bi polîtîkayên zext, girtin, binçavkirin û qetilkirinê yên li hemberî rojnamevan, mafê civakê yê agahî wergirtinê asteng dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji welatên ku herî zêde zext û girtin lê hene, Îran e jî û ev tişt hat gotin: “Piştî serhildanên Jin Jiyan Azadî ya di 2022’yan de destpê kirî, êrîşeke nû li ser êrîşa zêde bû. Rejîma Molla 23’yê Tîrmehê cezayê îdamê da rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokkomarê nû Mesûd Pizişkiyan polîtîkayên îdam, zext û tundiyê ji Îbrahîm Reîsî dewr girt.

Em bi rojnamevanên jin re ne’

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

“Weke Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) em dixwazin diyar bikin ku em bi rojnamevanên jin re ne ku li dijî polîtîkayên îdamê yên Îranê li ber xwe didin, têdikoşin û ji daxwazên xwe tawîzê nadin. Her wiha em bi hemû jinên ku ji bo azadiya xwe li ber xwe didin re jî ne. Di şexsê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî de em rojnamevanên bi wêrek û aktîvîstên jin silav dikin, ku li dijî zextên dewletên faşîzan û mêtinger serî natewînin, ji bo berxwedana jinan ragihînin raya giştî berdêlên giran didin. Em bang li hemû saziyên çapemeniyê û rêxistinên jinan dikin ku bila bi zanebûna ‘têkoşîna li dijî îdamê wezîfeyeke mirovî ye’, ji bo rawestandina cezayê îdamê bikevin nav liv û tevgerê.”