Rojhilat, dengê alternatîfek: Ji hembêza şer ber bi demokrasiya gel ve
Ronak Meradî ya ji bajarê Ciwanro ye dibêje: “Ji bo cîhanek dadperwer divê em bi gelên din re destên xwe bidin hev. Kurd, Faris, Ereb, Belûcî, Azerî, Mazenî, Gîlakî... Divê em hemû bi hev re ji bo Îranek azad û wekhev têbikoşin."

SÛMA KEREMÎ
Ciwanro – Di nîvê şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de, dengek ji herêma Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe: Ew ne tenê qêrînek li dijî rewşa heyî ye, di heman demê de dengek e ku şewqa xwe dide îdealên pêşerojek demokratîk.
Lê pirsa bingehîn a hê derbasdar e jî ev e: Gelo civaka Îranê amade ye ku gavên berbiçav ber bi avakirina alternatîfek berfireh û demokratîk ve bavêje?
Gelê Kurd di pêkhateya siyasî de daxwaza guhertinên radîkal dike. Li şûna şer û tundiyê, azadiya derbirînê, beşdarbûna di pêvajoyên biryardayînê de û hawirdorek dixwazin ku dengê hemû beşên civakê tê de were bihîstin û rûmeta mirovan bê parastin. Ew pergaleke nû dixwazin ku li ser bingeha demokrasiya beşdar, edaleta civakî û rêzgirtina mafên mirovan ava bibe; Ev tenê bi yekîtîya civakî û bi hewildanên hevbeş dibe.
Daxwazên gelê Rojhilat
Gelê Rojhilatê Kurdistanê sîstemek dixwaze ku tê de hemû cûreyên cudakariyê (etnîkî, olî, mezhebî, zayendî) bi dawî bibin. Mîsogerkirina tevahî ya mafên jinan û beşdariya wan a rastîn di jiyana civakî, siyasî û aborî de di nav daxwazên bingehîn de ne. Her wiha, xweseriya çandî û siyasî di çarçoveya komareke pirneteweyî û demokratîk de di nav daxwazên wan de ne.
Ronak Meradî, welatiyek Ciwanroê û çalakvanek siyasî ye, li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û şerê di navbera Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê de wiha şîrove kir: "Tiştê ku îro li Îranê diqewime ne tenê pevçûnek leşkerî an aloziyek derveyî ye; ew nîşaneya krîzek avahîsaziyê ye ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê di hundir, herêmî û cîhanî de dihejîne."
Ronak diyar dike ku Komara Îslamî ya Îranê di tevahiya dîroka xwe ya 47 salan de bi komkirina hêzê li navendê, bi awayekî sîstematîk civakên etnîkî û herêmî (bi taybetî Kurd) ji holê rakiriye û bi vî awayî nikarîbû edaleta civakî peyda bike. Ev rêbaz bûye sedema kûrtirbûna cudahiyên etnîkî, aborî, çandî û civakî. Li şûna refaha gel û pêşketina domdar, rejîmê zordarî, xizaniya avahîsazî û cudakariya sazûmanî bijartiye. Gelên wek Kurd, Belûcî, Ereb û Tirkmen ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane.
Ronak got ku, "Di demekê de ku welatên din di rêya azadî, edalet û pêşketinê de pêşve diçin, rejîma Îranê bêyî ku guh bide daxwazên gel, li ser zilm, propagandaya îdeolojîk û şaştiyên dîrokî israr dike. Ev şaşîtî bandorên kûr ên psîkolojîk û civakî li ser civakê dikin."
Xwerêveberiya demokratîk: Rêya rizgariya gelan
Ronak rêya derketina ji vê krîzê di projeya "Xwerêveberiya Demokratîk" de dibîne. Ew bawer dike ku ev model ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi awayekî rast hatiye vegotin. Ronak Meradî dibêje: “Di vê têgihîştinê de, azadî ne bi avakirina dewletek neteweyî, bi rêxistinkirina gel, hevgirtina civakî û demokrasiyeke ku ji jêr ber bi jor ve dixebite, tê bidestxistin.”
Ronak Meradî dibêje ku li dijî modela netewe-dewletê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têgeha "Neteweya Demokratîk" pêşkêş dike û wiha didomîne: “Ev model li ser bingeha îradeya kolektîf, edaleta zayendî, meclîsên gel û aboriya civakî hatiye avakirin. Di vê çarçovê de, gelên herêmên cuda, tevî Rojhilatê Kurdistanê, dikarin karûbarên xwe bêyî ku serî li cudakarî an tundiyê bidin, birêve bibin.”
Ronak axaftina xwe bi banga ji bo ciwanên Kurd û gelên din ên bindest diqedîne: "Hêza we di hişyarî, rêxistin û berxwedana sivîl de ye. Li şûna tirsê, hevgirtinê hilbijêrin. Paşerojek azad û demokratîk tenê bi wêrekî û beşdariya bi zanebûn dikare were avakirin. Em tenê dema ku em baweriya xwe bi xwe bînin dikarin azad bibin. Ji bo cîhanek dadperwer divê em bi gelên din re destên xwe bidin hev. Kurd, Faris, Ereb, Belûcî, Azerî, Mazenî, Gîlakî... Divê em hemû bi hev re ji bo Îranek azad û wekhev têbikoşin."