Rojeva jinên Rojhilata Navîn: Şer, zordarî û berxwedan
Li Rojhilata Navîn ku navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e bedelê herî giran ê şer û pevçûnan, jin didin. Netew-dewlet bi hemû amûrên xwe jinan di dorpêça tundiyê de dihêlin. Tenê rêyek li hember vêya heye, ew jî hevgirtina jinan e.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Navenda Nûçeyan – Di hefteyên dawî de, jin li Rojhilata Navîn di navenda hem qadên şer û hem jî têkoşînên civakî û siyasî de ne. Nakokî, zordariya bi birdoziyên netew-dewletê pêk tên û binpêkirinên mafên mirovan li herêmê bandorek kûr li ser jiyana jinan dikin. Jin ji bo mafên xwe têdikoşin û hewl didin ku di pêvajoyên aştî û azadiyê de roleke çalak bilîzin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û tevî biryara fesihkirina partiyê têkoşîna çekdarî rawestand. Piştî kongreya ku di 12’ê Gulanê de hat lidarxistinbi pêşengiya Besê Hozat di 11’ê Tîrmehê de merasîmek dîrokî hatibû lidarxistin û koma gerîlayên Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe şewitandin. Bi vê yekê re têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê re hebûna Kurdan misoger bû ket qonaxekî nû. Hêzên gerîlayan di 26’ê Cotmehê de gaveke nû ya dîrokî avêtin û ragihandin ku hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê vedikişînin.
Di vê pêvajoyê de, jin wekî aktorên navendî di têkoşîna azadiyê de derdikevin holê. Bi tekezkirina ku mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şertek ji bo pêvajoya aştiyê ye, jin bi her awayî xwe birêxistin dikin û di qadên siyasî, çandî û jiyanî de jî hewl didin ku bibin beşdarên çalak ên pêvajoyê. Bi taybetî beşdariya jinan ji bo misogerkirina temsîliyeta wekhev û perspektîfa zayendî di danûstandinên aştiyê de pir girîng e.
Piştgiriya jinan ji bo YPJ’ê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, amadekariyên xwe ji bo beşdarbûna di pêvajoya aştiyê de didomînin. Di gel ku hevdîtinên bi Şamê re û entegrasyona QSD’ê ji bo artêşa Sûriyeyê tê nîqaşkirin, Yekîneyên Parastina Jinê bi riya hevpêyvînên fermandayê anîn ziman ku ew çawa ku di nav QSD’ê de jî xweseriya xwe diparêzin, wê jê şûnde jî bi her awayê xweseriya biparêzin. Jinên ji pêkhateyên cûda yên herêmê jî tînin ziman ku YPJ’ê misogerbûna hebûna wan e û ew li pey têkoşîna hêzên xwe ne.
Li herêma ku jin pêşengiya avakirina jiyana komînal dikin û pergala xwe li dijî her cûre êrişên olperestî û netewperestiyê qewîm dikin, hewl didin ji bo tevahiya Sûriyeyê pergalekê demokratîk û bi wekheviya jin û mêr ava bikin.
HTŞ, komkujî û revandina jinan
Lê belê, li deverên ku HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) a cîhadîst û komên din ên cîhadîst lê serdest in, jin di xetereyek mezin de ne. Di hefteyên dawî de, jinek ji hêla endamên HTŞ ve li Şam û Helebê hate kuştin. Jinên Elewî bi taybetî têne hedefgirtin, di heman demê de civakên Durzî jî di bin gefên domdar de ne. Ev rewş ewlehî û azadiya tevgerê ya jinan bi giranî sînordar dike.
Hilbijartinên Iraqê: Jin hedef tên girtin
Namzetên jin li Iraqê di hilbijartinên parlemanî yên pêş de rastî êrîş û gefan hatine. Her çend temsîliyeta jinan di parlemanê de bi qanûnê bi sedî 25 ve sînordar be jî, namzed bi zext û tundûtûjiya siyasî re têdikoşin.
Rewş li Lubnanê jî ne cuda ye. Namzetên jin di dema hilbijartinan de têne hedefgirtin û neçar dimînin ku li hember êrîşan paşve gav bavêjin. Di heman demê de, reformên ku bi Qanûna 2024’an hatine destnîşankirin guhertinên ku jinan di warên wekî temenê zewacê û mafên mîrasê de eleqeder dikin jî dihewînin. Lê belê, newekhevî di vî warî de berdewam dikin û jin ji bo parastina mafên xwe têkoşîna xwe didomînin.
Li Misrê revandina jinan
Zextên cîhadîst û yên ji aliyê dewletê ve tên piştgirîkirin, rasterast bandor li ser jinên li Misrê kiriye. Di du rojên dawî de herî kêm 70 jin û zarok hatine hedefgirtin, kuştin an jî windakirin. Ev rewş nîşan dide ku jin hem ji aliyê ewlehiya xwe ya fîzîkî ve û hem jî ji aliyê şiyana xwe ya lêgerîna edaletê ve di xetereyê de ne. Siyasetên tund ên dewletê jiyana jinan û tevgera civakî bi awayekî zêde sînordar dikin.
Berxwedanan jinan bi ser ket
Li Îranê, zextên li ser jinan piştî tevgerên “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam dikin. Girtin, îşkence û sînordarkirinên li ser tevgerê pir belav in. Jinên Bahaî û Belûç bi taybetî têne hedefgirtin û çalakvanên jin di girtîgehan de rastî îşkenceyê tên. Di deh rojên dawî de herî kêm sê jinên Bahaî hatine binçavkirin û îşkencekirin.
Digel ku zindan bi çalakvanan re tê tijîkirin berxwedana Jin Jiyan Azadî li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome. Kampanya sêşeman na ji darvekirinê re vê hefteyê ragihand ku Îran tenê di nav mehekî de 283 kesan darve kiriye. Li hemberî polîtîkayên darkekirinê yê Îranê jî ragihand ku li 54 girtîgehan berxwedan didome. Jinan bi berxwedana xwe cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn rawestandin. Li welatê ku zexta darazê li dijî çalakvanan didome, cezayê Şerîfe Mihemedî veguherî 30 sal cezayê girtîgehê.
Li dijî zextên Talîbanê berxwedana jinan
Di bin desthilatdariya Talîbanê de, jinên Afganî ji mafên xwe yên perwerde û kar bêpar in. Hilweşîna pergala tenduristiyê, xizaniya aborî û qedexe rasterast bandorê li jiyana rojane ya jinan dikin. Li gorî daneyên ku ji hêla ajansa me ve hatine berhevkirin, di du mehên dawî de herî kêm 10 jin û 6 zarok hatine kuştin.
Jin hewl didin ku bi rêya çalakiyên perwerdehiyê û hunerî yên qedexekirî berxwedana xwe bidomînin. Ders û atolyeyên ku li malan an jî di cihên veşartî de têne lidarxistin ji bo domandina jiyana civakî ya jinan girîng in.
Li Xezayê trajediya mirovî didome
Ruyê rast a netew-dewletê ku ji bo jinan û gelan ji komkujiyan wêdetir tiştek nayne, mirov dikare mînaka herî şênber li Xezayê bibînê. Xeza di navenda krîzeke mirovî de ye. Îsraîlê 68 hezar û 531 Filistîniyan ku 12 hezar û 500 ji wan jin û 18 hezar û 500 zarok in, kuştine. Di mehên dawî de rojane bi navînî 63 jin têne kuştin. Xureka kêm, nebûna gihîştina lênêrîna tenduristiyê û bombebarana berdewam jiyana jinan dijwar dike. Ev karesat ne tenê jiyana jinan, jiyana hemû sivîlan tehdît dike.
Rewşa jinên Sûdanê
Nakokiya di navbera hêzên hikûmetê û Hezên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, rasterast bandorê li jinan dike. Li Darfurê, di sê mehên dawî de herî kêm 659 bûyerên tundûtûjî hatine tomarkirin. Ji sedî 94 ji wan, jin û keçan hedef girtine. Gihîştina sînorkirî ya lênêrîna tenduristiyê û kêmbûna xwarinê têkoşîna jinan a ji bo jiyanê dijwartir dike. Li bajarê El-Faşêr a li Başurê Darfûrê rewş xirabtir e. Li bajarê ku piştî ket kontrola RSF’ê dîmenên înfazkirina welatiyan teyisî ser ragihandinê, êrişên zayendî yên komî li dijî jinan tê kirin.
Zextên li ser rojnamegerên di rojevê de ye. Li gorî rapora nû ya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), herî kêm 3 rojnamevanên jin ji aliyê leşkerên RSF’ê ve rastî destdirêjiyê hatin û 13 rojnamevan jî winda bûn.
Li Tûnisê êrişa li ser saziyên jinan
Parêzvanên mafên jinan li Tunisê bi zextên hikûmetê re rû bi rû ne. Çalakiyên rêxistinên wekî Komeleya Jinên Demokratîk (ATFD) hat rawestandin. Tevî vê zextê, jin ji bo mafên xwe şer dikin û di civakê de roleke çalak dilîzin.
Jin aştiyê gotûbêj dikin
Yemen piştî 11 salan şer wekî yek ji wan çend cihan derketiye holê ku hewldanên aştiyê lê destpê kirine. Her çend jinên li deverên di bin kontrola Hûsiyan de di bin tundûtûjî û zilmê de ne jî, ew hewl didin ku beşdarî pêvajoya aştiyê bibin. Beşdariya wan a çalak ji bo ku aştî berfireh û mayînde be pir girîng e.
Têkoşîneke hevbeş ji bo jinan
Di hefteyên dawî de, rojevên jinan li Rojhilata Navîn ji ber siya tundûtûjî, zilm û şer hatine şekilkirin. Lêbelê, jin li her herêmê berxwedana xwe didomînin, mafên xwe diparêzin û di guhertina civakî de roleke çalak dilîzin. Di vê nuqteyê de, ji bo jinan girîng e ku têkoşînên xwe yên li welatên cuda bikin yek û li ser platformek hevpar werin cem hev. Têkoşînên parçekirî û îzolekirî ji bo derbaskirina êrîş û zilmê ne bes in. Divê jin ezmûn, berxwedan û pratîkên xwe yên rêxistinkirinê bikin yek da ku rê li ber Konfederasyona Demokratîk a Jinan a Cîhanê vekin. Ev rêya rêxistinkirinê ya hevpar ne tenê ji bo jinan, lê ji bo pêşeroja hemû civaka Rojhilata Navîn jî dê gaveke girîng be, û dê mayîndetiya berxwedana jinan li dijî tundî û zordariyê mîsoger bike.