Rojek li Hesekê bi şervanên YPJ’ê re… – ÇAVDÊRÎ
Ew roj ne rojeke asayî bû. Ew roj bû ku wê bi hemû hûrguliyên xwe di bîra min de bimîne. Ew roj bû ku ez fêr bûm çawa nasname dikare bibe mertal, jin dikare bibe deng û hêzek ku nayê paşguhkirin.

RAMA XELEF
Çûyîna Hesekê ji bo min bi hemû wateya xwe xerîb bû. Min hestên ku berê qet nedîtibû, adet û kevneşopiyên ku ne mîna bajarê ez lê mezin bûme, zarava û nêrînên ku ji hev cuda bûn, hîs kir.
Serdana min ji bajarê Hesekê re di rojek dîrokî de
Dema ez hatim bajêr, hevrêyên min bi xêrhatineke germ pêşwaziya min kirin. Rûyên ku min tenê li ser ekranê nas dikirin, ji nişka ve derketin diyarê min, dikeniyan, dipeyivîn û hembêz dikirin. Em bi hevdu re derbasî Ofîsa ajansa me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Li wir me dest bi danûstandina sohbet û hevguhertina çandan kir, mîna ku em bi salan hevdu nas dikin. Ev atmosfer wek kombûneke malbatî, tijî germahî û lihevhatî bû. Ev atmosfer yekem tiştê ku li Hesekê bala min kişand bû.
Lê ya ku min bawer nedikir ev bû; serdana min bi bûyerek jibîrnekirî re hevdem be. Ew jî salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê bû ku di sala 2013'an de hatiye avakirin. Min nizanibû ku ez ê di ezmûnekê re derbas bibim ku dê ramanên min bihejîne û têgihîştina min a li ser hêz, jin û şer ji nû ve biguherîne.
Pirsên bê dawî
Di riya me ya pîrozbahiyê de, ez di nav deryaya pirsan de hatibûm xeniqandin. Pirsên mîna; Jin çawa dikarin çeka hilgirin? Taybetmendiyên nerm çawa dikarin hişk bikin û wisa veşêrin? Hûn di şerê xwe yê yekem de çawa hîs dikin? Ji bo ku bibin şervan divê hûn çi winda bikin? di hişê min de cîh digirtin.
Dema em gihîştin cîhê pîrozbahiyê, muzîk ji dûr ve dest pê kir. Cîhê şahiyê bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin, ji her alî ve li te dinhêtin. Di çavên wan de awirên mayînde dagirtî bûn û di hebûna wan a nebûnê de gelek çîrok vedihewandin. Min dipirsî; Çawa derketin? Kî di pola yekem de bû? Kî rûbirû maye? Kê heta kêliya dawî şer hilbijart?
Berî ku ez bêhtir li pirsên xwe bigerim, merasîma leşkerî destpê kir. Gavên lihevhatî, nêrînek domdar, çek li ser mil û çav li pêş bûn. Min êdî ew jinên asayî nedidîtin. Ew şervanên rast bûn ku taybetmendiyên wan tirsa wan winda kiribû, an jî di serî de ew tirs tunebû.
Piştre şahî dest pê kir û bi wê re govend, muzîk û reng dest pê kir, mîna ku ew tabloyek zindî ye mîraseke ne jibîrkirî be. Min nekarî li hember vê tabloyê xwe bigrim, min destê xwe dirêjî wan kir ku em bi hev re dîlana Kurdî bigrin. Ew serpêhatiyek bû ku ez qet ji bîr nakim û ez ê dudilî nekim ku wê dubare bikim.
‘Tu çand salî ye?’
Ez li quncikek sekinîm û min temaşe kir. Piştre meraqa min bû sedem ku ez bi yek ji şervanan re biaxivim. Min jê pirsî; Tu çand salî ye?
Got: “Ez 24 salî me.”
Ev pirs hêsan bû lê bersiva wê ne hêsan bû û şervanê got: "Ez beriya çend salan tevlî refên YPJ'ê bûme, ji hezkirin , azweriyê tevlî bûme... ne ji bo tiştek din." Min pirsa xwe ji bo wê domand û jê re got: “Di şerê yekem de te çawa hîs kir?” Wê bi aramî bersiva min da û got: "Ez hinekî tirsiyam, lê min xwe li cihekî bê veger dît, tê de cîhê teslîmbûnê tunebû. Tirs çû û min tenê dest bi şer kir."
Axaftina wê sade bû, lê giraniyek mezin hildigirt. Cilên xwe yên leşkerî li xwe kiribû, çeka wê li ser milê wê bû û taybetmendiyên wê yên jinbûnê nîşan dida.
‘Em ji aştî û azadiyê hez dikin’
Li quncikek din ji şahiyê min berdevka fermî ya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê Roksan Muhemed dît. Kenê wê ji dil bû û axaftina wê bêhtir dişibiya gotineke hestyarî. Min jê pirsî; Çima îro tu li vir î? Bersiva min da û got: "Ji ber ku ez jin im, ya herî girîng jî Kurd im. Min di Komîteya Jin û Xwendekarên Zanîngehê de dest bi çalakiya xwe kir, lê dilê min bi van şervanan re bû. Hêza wan, cesareta wan û fikra ku jin dikarin parastinê bikin, ne tenê bên parastin bala min kişand."
Me sohbeta xwe bi kişandina çend wêneyên bîranînê bi dawî kir û dû re wê hevokek ku dê demek dirêj bi min re bimîne got: "Em ji aştiyê hez dikin, em ji azadiyê hez dikin û ji ber vê yekê me çek hilgirt."
Ew roj ne rojeke asayî bû. Ew roj bû ku wê bi hemû hûrguliyên xwe di bîra min de bimîne. Ew roj bû ku ez fêr bûm çawa nasname dikare bibe mertal, jin dikare bibe deng û hêzek ku nayê paşguhkirin.