Rojda Yildiz: Divê têkoşîna li dijî tundiyê bi rêxistinî be

Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz, destnîşan kir ku pergala kapîtalîst tundiya li dijî jinan bi awayên cuda ji nû ve diafirîne û diyar kir ku hevgirtina jinan û têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî tundiyê awayê xweparastinê ye.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN 

Wan – Tundiya piralî ya li dijî jinan her roj dijwartir û berbiçavtir dibe. Aliyê vê tundjiya piralî ya herî zêde nayê dîtin, bedewî û têgihîştinên estetîkî yên li ser jinan tên ferzkirin in. Kapîtalîzm jinan neçar dike ku her roj dîtinek nû yên fîzîkî qebûl bikin. Tundiya li dijî jinên ku têra xwe ‘bedew’ an ‘estetîkî’ xuya nakin, hema hema wek rewa tê hesibandin. Ji derveyî van, zimanê ku tundiyê normalîze dike, li şûna ku veguherîna mêran nîqaş bike, wê wek norm ji bo mêran pêşkêş dike. Tundî tê normalîzekirin û bêwatekirin, dibe beşek ji pergal û mêran. Ji ber têgihîştinek wek ‘pergal mêr e û mêrbûn tundiyê hewce dike’ di civakê de tê çandin. Encama vê têgihîştinê kuştinên bênavber ên jinan, fihûşa bi zorê ya jinan û tundiya sîstematîk û êrîşên zayendî ku heta zarokatiyê jî dirêj dibe.

Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz, tekez kir ku tundî bi tenê bi zayendekê ve sînordar nîn e û bal kişand ser pêwîstiya guhertin û veguherîna mêran. Rojda Yildiz der barê beriya 25’ê Mijdarê xala ku tundî gihîştiyê de nirxandin kir.

‘Her pergal pêşî têkiliya di navbera mêr û jinan de bi pêş dixe’

Rojda Yildiz diyar kir ku tundiya li dijî jinan ne rewşeke nû ye û destnîşan kir ku ew behsa pêşbîniya sîstemek bi hezaran salan dikin û got: “Em behsa serdemeke 15 hezar salî ku ji dema mirovahiyê dest bi jiyana bi hev re kiriye heta roja îro didome dikin. Ji ber vê diyardeyek zehmet e, çareserkirin aloz e û pir kûr e. Ev diyardeyeke ewqas kûr e ku heta bûye mekanîzmayek ku jin lêdanê wek tiştekî asayî û ji rêzê dibînin. Her pergalek nû ji bo ku têkiliyên jin û mêr li gorî şêwaza xwe ya îdeolojîk ji nû ve dîzayn bike, tundiyê bikar aniye. Demên mîtolojîk vê nîşan didin. Di olê de ayetên ku heta bi hûrgilî têkiliyên jin û mêr birêkûpêk dikin hene. Felsefe û zanist jî heman tişt in. Her pergal û pergalek civakî ya nû ya cîhanê, pêşî têkiliya jin û mêr bi rêkûpêk kiriye. Gotiye ku divê jin çawa bin û mêr çawa bin.”

‘Her sal nêzî 100 hezar jin tên kuştin’

Rojda Yildiz, da zanîn ku yek ji astengiyên herî mezin ên serdema me valakirina wateya azadiyê ye, diyar kir ku li gorî pergala kapîtalîst, jin, mêr û zarok azad in û ev tişt got:

“Ji kesan re tê gotin ku azadiya te ya bêdawî heye. Wisa ji kesan re tê gotin. Ji wan re tê gotin ku heta tu zirarê nedî mafên kesên din, çi bixwazî dikarî bikî. Lê ev rûyek e ku kapîtalîzm ji bo xwe veşêre, mekanîzmayên xwe yên veşartî yên tundiyê veşêre bikar tîne. Îro, tundiyeke tirsnak li cîhanê tê pêkanîn. Her sal nêzî 100 hezar jin ji ber tundiya mêr tên kuştin. Ev hejmar ji hejmara mirina ji şerên cîhanî zêdetir e. Ev şerekî ku heta niha li dijî jinan tê meşandin e. Em qala nêzî 40 milyon jinan dikin ku bi zorê ber bi fihûşê ve tên kişandin. Nêzî ji sedî 80 di navbera 13 û 23 salî de ne. Ji aliyekî din ve, di pîşesaziya pornografiyê de teqînek tirsnak heye. Kapîtalîzmê niha hemû tundiyê di pîşesaziyên fihûş û narkotîkê de ji bo xwe veguherandiye sermayeyê.”

Cezakirina jinan

Rojda Yildiz anî ziman ku her sal li cîhanê gelek jin û zarok tên revandin û doza Grava Epstein bi bîr xist û got: “Epstein tenê tiştê ku me dît an jî derket holê ye. Jin û zarok ji bo têrkirina kêfa pergala serdest a mêran, xwestekên zayendî yên bi awayekî tirsnak ên dewlemendan û mêraniya kapîtalîstên mezin dibin amûr. Divê em vê yekê bibînin. Tundî ne diyardeyek e ku bi kapîtalîzm û cîhana nûjen a sedsala 21’ê re çareser bûye yan jî winda bûye. Ew tenê bi giranî hatiye maskekirin, ji derve nayê dîtin. Yasayên Hammurabî hebûn ku di nava yasayên yekem ên naskirî yên dîrokê de ne. Di yasayên Hammurabî de, bendek heye ku dibêje ‘ger jinek çend metreyan ji mala xwe derkeve, mafê wê heye ku ji hêla hevjînê xwe ve lêdanê bixwe.’ Ew cezayê wê ye. An jî di hin beşên olê de ku bi vî rengî tên şîrovekirin ger jinek sûcek bike, mafê mêr heye ku wê ceza bike. Di têkiliya cezakirinê de, jin wekî amûrek tazî li holê ye. Di pergala me ya nû de, di rewşa nû nûjen a cîhanê ya 150 salên dawî de, hemû destûr dibêjin ‘jin û mêr wekhev in.’ Hemû pergalên hiqûqî vê dibêjin. Ji ber vê çawa dibe ku di vê pergala wekhev de, li dijî  zayendek ev qas cînayet tê kirin? Tiştak u divê em bertek nîşan bidin ev e. Zayend bi xwe, beden, hest û ramanên wê di bin êrîşek mezin de ne.”

Kapîtalîzma ku bi saya jinan heye

Rojda Yildiz destnîşan kir ku salên 1980 û 1990’î demên ku tevgerên jinan gelek bi pêş ketin bûn lê pergalê di salên 2000’î de yekser êrîşeke dijber da destpêkirin. Rojda Yildiz tekez kir ku pergal hewl dide mafên jinan ên ku her diçe mezin dibin di çarçoveya xwe de bi cih bike û ev tişt got: “Bi riya peymanên navnetewî, hewldanên fonan û însiyatîfên fînansmanê, wan hewl da tevgerên radîkal bi tevlîkirina wan di yasayê de bêbandor bikin. Lê îro tevî van hewldanan, tiştê ku ew pêşkêş dikin pergalek e ku tewra santîmetreyek li dora çavên jinan jî vediguhere pereyan, pergalek ku dengê jinan tê bêdengkirin e. Îro, li cîhanê pîşesaziyên herî zêde ji bo sermayeya kapîtalîst bi qezenc qada kozmetîk, fihûş, pornografî û pîşesaziya modayê ne. Ev hemû li ser bedena jinan dixebitin. Fihûş û pornografî mînakên vê yekê ne. têgihîştinek domdar a provokatîf a zayendê ye. Jin ji gelek deverên cîhanê tên revandin, pasaportên wan tên desteserkirin. Ev jinên ku tên revandin bi zorê fihûşê bi wan didin kirin û êdî tê rewşa ku venegerin gel malbatên xwe. Li ser vê yekê çerxeke bazar û diravî ya domdar heye.”

‘Têkoşîna rêxistinkirî pêwîst e’

Rojda Yildiz, îşaret bi wê yekê kir ku ev rewşek e ku bedenê jinê rasterast û tazî hedef tê girtin û destnîşan kir ku ji bilî bedena wê, êrîşek li dijî cîhana hundirîn, ruhî û wateya jinê jî heye û wiha domand:

“Dînîtiyeke tirsnak ji bo moda û kozmetîkan heye. Jin her ku diçe bêtir dibin. Emeliyatên estetîkê yên tirsnak, Botox… Kes behsa zirara ku ev li tenduristiya mirovan dikin nake. Kes behsa bandora psîkolojîk a li bedena mirovan dikin nake. Lê di cîhaneke ku zarokên 14 û 15 salî emeliyata estetîkê dixwazin de divê her kes rûne û bifikire. Ma jin bi rastî azad in? Ma jin ji bedena xwe kêfxweş in? Ma jin di cîhana ku dikarin xwe baş hîs bikin de dijîn? Divê em bibînin ku em di serdemek pir krîtîk de ne. Bêguman, ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Di 10 salên dawî de, di nûnertiya jinan di siyasetê de li çar aliyên cîhanê, di nav de li welatên Ewropayê jî kêmbûnek pir cidî çêbûye. Pergaleke kapîtalîst a ji hêla mêran ve serdest e heye, li dijî mafên jinan ên bi zehmetî hatine bidestxistin e û hewl dide jinan di her warî de paşguh bike. Li dijî vê yekê divê em tundiyê bêhtir eşkere bikin. Lê niha divê em hemû fêm bikin ku divê têkoşîna li dijî tundiyê bi rêxistinî be.”

Rojda Yildiz destnîşan kir ku her çendî derketina li dijî tundiyê û redkirina wê helwestek hêja be jî li hemberî hovîtiya ku tê jiyîn kêm e ji ber vê sedemê, dubare kir ku mafên jinan ên bi zehmetî hatine bidestxistin di salên dawî de rastî êrîşên cidî hatine û got: “Di vê 25’ê Mijdarê de divê em hem tundiya veşartî eşkere bikin hem jî rêbazên têkoşîna li dijî wê nîqaş bikin.”

‘Awayê herî mezin ê xweparastinê rêxistinbûn e’

Rojda Yildiz bal kişand ku xweparastin yek ji mijarên jin bi salan e li ser nîqaş dikin e û diyar kir ku wan tu carî xweparastinê wekî lêdana kesê din an pêşxistina her cure tundiyê pênase nekirine û wiha got: “Me di destpêkê de xweparastinê wekî hişmendiya xwe pênase kir. Ji ber vê me her gav bi hev re bi xwebûnê re nîqaş kir. Jin kî ye, jin çi ye, jin dixwaze çawa bijî, jin xwedî cîhaneke hestiyarî û rewşenbîrî ya çawa ye? Em difikirin ku fêmkirina vê yekê pir girîng e. Bêguman, tiştê ku ev hişmendî dê bi xwe re bîne rêxistin e. Pêwîst e mirov bibîne ku rêxistina jinan, hevgirtina jinan parastina herî mezin e. Bêguman, hewldanên takekesî yên jinan, mekanîzmayên wan ên xweparastinê, di serdemeke ku tundî ewqas zêde bûye de pir girîng in. Lê heta ku em van neguherînin têkoşînek jinan a rêxistinkirî, ew ê wekî serkeftinên takekesî bimîne. Niha, werin em herin kolanan, her jin tundiyê dijî. Ev ne pirsgirêkek tenê ya yek an du kesan e. Hinek kes tundiya psîkolojîk dijîn, hinek rastî tecawiza zewacê tên, hinek rastî lêdanan tên. Ev tenê bi hêzeke rêxistinkirî dikare bê guhertin, tenê bi hêzeke rêxistinkirî hevrûbûn dikare çêbibe. Ji ber vê, mijara xweparastinê divê pêşî li ser hişmendî, pênasekirina jinê, têgihîştina jinê, eşkerekirina vê yekê bi dîrok, çand û hebûna wê be. Piştî wê divê ew veguhere tevgerek rêxistinkirî.”

‘Ji bo jinan tundî êdî ne normal e’

Rojda Yildiz, bi bîr xist ku ew di demeke ji bo jinan pir girîng e bi awayek kesî xwe biparêzin de ne û got ku jin nikarin bi rehetî li kolanan bigerin û ne li malê û ne jî li derve di ewlehiyê de nîn in. Rojda Yildiz diyar kir ku divê jin bizanbiin ku xweparastin mafê wan e û wiha pêl da gotinên xwe:

“Dozên jinên ku ji ber tundiyê dîtine, hevjînên xwe kuştine hene. Weke dozên kuştinê nêz dibin. Lê ev jin ji bo bijîn vê yekê dikin. Ew vê yekê weke parastina xwe di nava pergala hiqûqî ya erênî de dikin. Lê ji bo ku ew mafê parastina rewa be, di wê gavê de, di dema nîqaşek de divê aliyê din gefê li jiyana wê bixwe. Ev jin 30 sal in bi xetera mirinê re dijîn. Tu kêliyek ji bo wan tune ye. Ji ber vê, berî her tiştî, hişmendî hewce ye. Lê divê em xwe biparêzin, parastina xwe di her aliyê jiyanê de bi rêxistin bikin. Divê em ji vê têgihîştina ku ji hêla pergala serdestiya mêran ve hatiye hilberandin xilas bibin. Tundiya li dijî jinan êdî normal nîn e. Ev tundî têgehek e ku bi xwe, bi xwezaya wan, azadiya wan, hebûna wan re bi nakok e. Ew ne têgehên ku dikarin bi hev re bijîn in. Ji ber vê yekê, em hemû cureyên tundiyê weke mijareke hişmendî û rêxistinê digrin dest.”

‘Tundî û Berxwedan’

Rojda Yildiz, da zanîn ku di hejmara meha Mijdarê ya Kovara Jineolojiyê de mijarên ‘tundî û berxwedan’ girtine dest û xalên sereke yên girtine dest wiha anî ziman:

“Dema me dosyaya ‘Tundî û Berxwedan’ a Kovara Jineolojiyê amade dikir, me rasterast di çarçoveya pênaseya tundiya mêr de negirt dest. Me hewl da dosyayek ku tê de hewl bidin hebûna mirovan weke tundiya di xwezayê de, tundiya di navbera xweza û mirov de, cihê tundiyê di xwezaya mirov a yekem û xwezaya duyemîn de amade bikin. Ji ber ku di bingehê de tundî nikare taybetmendiya zayendê be lê îro tundî ne diyardeya mêr e. Îro bi awayê hatiye avakirin tiştek ku zêdetir mêr meyl dikin e. Lê ev ne parçeyek li ser kesayet û hebûna wan e. Ji ber wê divê em formek bê tundî bidin têkiliyên xwe yên civakî. Em ewqas ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi tundiyê fêr bûne ku mirov yekser li hev diqîrin û hêrs dibin... Têgîna razîbûnê nema ye, tolerans nemaye, awayê danûstandina mirovan bi hev re mijareke ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatiye biçûkxistin e. Ji ber vê yekê em difikirin ku di bingehê de bi têkiliyên mirovî dest pê dike.”

‘Derketina ji pergala heyî ji bo herdu zayendan jî pirsgirêk e’

Rojda Yildiz bal kişand ser pêwîstiya dûrxistina tundiyê di nava jiyana civakî de ji diyardeyên ji rêzê û diyar kir ku ji bo vê yekê pêwîstî bi pergala sazûmaniyê heye. Rojda Yildiz wiha got: “Belê pêwîst e mirov veguherîne û di vî warî de kes gavên zêdetir bavêje. Lê helbet di vê mijarê de gelek tiştên ku rêveberiyên herêmî, partiyên siyasî û tevgerên serbixwe yên jinan dikarin bikin hene. Îro bi taybetî li Bakur û beşên din ên Kurdistanê nîqaşên komînan didomin. Di esasê xwe de me di kovarê de komînan weke jiyana bê tundî bi nav kir. Tiştê ku em jê re dibêjin komîn gelo dikare bibe şêwazeke jiyana hevpar a bê tundî? Ev ji bo zarok, lawir, jin û mêran derbasdar e. Bêguman, pirsgirêka me ya sereke veguherîna mêran e. Guhertin û veguhertin pirsgirêkeke dijwar e. Lê ez difikirim ku divê hemû mêr nîqaşên li ser mêraniyê yên li ser tundiyê di Kovara Jineoloji de bixwînin. Mirovê azad kî ye, li ser riya mêrtiya azad divê çi bê kirin, em ji ku dest pê bikin? Di kovarê de jî me ev nîqaş kirin. Ji ber ku me tu carî tundiyê bi nasnameya zayendek ve girê nedaye. Me ew weke pirsgirêkek pergalê binav kiriye. Bi awayek xwezayî derketina ji vê pergalê ji bo herdu zayendan jî dibe pirsgirêk. Me hinekî li ser van mijaran nîqaş kir.”