Roja bişkivîna hêviyê: 4'ê Nîsanê

Di van rojên ku careke din lêgerîna ji bo aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê dest pê kiriye de 4’ê Nîsanê tenê roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîn e; weke sembola diyalog, çareseriya demokratîk û veguherîna civakî tê dîtin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê piştî pêvajoya çekdarî ya bi salan domiya di mijara Kurd de, careke din li ser çareseriyê nîqaş tên kirin û lêgerînên ji bo çareseriyê didomin. Di vê pêvajoyê de hevdîtinên ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin û daxuyaniyên ku têkildarî van hevdîtinan tên dayîn, careke din pêşî li nîqaşên ji bo çareseriyê vekir û xist rojevê. Hêviyên ji bo çareseriyê geş dibin lê aliyek din jî polîtîkayên zextê yên didomin an jî ji ber ku ji aliyê dewletê ve tu gav nayê avêtin, gelek pirs bê bersiv dimînin. Tirkiyeya ku di pêvajoyeke hesas û krîtîk de ye û li ser çareseriya pirsgirêka Kurdi bi awayê aştiyane û demokratîk nîqaş çêdibin, bi wesîleya 4’ê Nîsanê rola ku Abdullah Ocalan girtiye ser xwe careke din dikeve rojevê.

Di nîqaşên tên kirin de balê dikşînin ser rol û bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêvajoyên çareseriyê de. Bi salan e roja 4’ê Nîsanê ji rojbûna Abdullah Ocalan zêdetir, bûye sembola azadî, demokratîkbûn û lêgerînên ji bo çareseriya siyasî. Ev yek jî van nîqaşan kûrtir dike. Dema ku îro behsa azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tê kirin, wateya dîrokî ya 4’ê Nîsanê careke din derdikeve holê.

Di van salên borî de di meşên ber bi Amarayê ve, tevî qedexeyan jî bi hezaran kes bi navê “Rêwîtiya ber bi rojê ve” diketin rê. Vê dîroka ku cihê xwe di bîra mirov de çêkiriye, di merheleya heyî de, bi pêvajoya aştiyê re, dibe xwedî wateyeke cuda. Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê zêdetir behsa diyalogê û çareseriya demokratîk tê kirin de, perspektîfa aştiyê ya Abdullah Ocalan û bangên ku dike divê zêdetir cidî werin dîtin.

Vejîn û sembola têkoşîna azadiyê

Gelên ku fikrên Abdullah Ocalan dipejirînin û dixwazin bigihîje azadiya xwe, îsal di 4’ê Nîsanê de çalakiyên cur be cur li dar dixin. Pîrozbahiyên ji bo Abdullah Ocalan, tenê ne weke pîrozkirina rojek, ji aliyê gelan ve bûye vejîn û sembola têkoşîna azadiyê.

Abdullah Ocalan, 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê hat dinyayê. Dibistana sereteyî li gundê Ermeniyan ê cîran Cibînê’ a navîn li navçeya Nizîpa Dîlokê qedand. Di sala 1968’an de Lîseya Pîşeyî ya Tapu Kadastro Anadolu ya Enqereyê qedand û bû karmend. Di dema karmendiya xwe de di sala 1970’yan de qeyda xwe li Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê çêkir. Di wan salên ku xwendekarê zanîngehê bû têkildarî meseleya Kurd aliyên DDKO’yê û pêşengên nifşê 68’an. Bi taybetî bi derketina radîkal a Mahîr Çayan têkildarî çareseriya meseleya Kurd, dest ji zanîngeha hiqûqê berda. Di sala 1971’ê de qeyda xwe li Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê çêkir. Piştî ku Mahîr Çayan bi 9 hevalên xwe re, di Adara sala 1972’an de li Kizildereyê hatin kuştin, ji bo şermezarkirina bûyerê ji çalakiya boykotê ya li zanîngehê hat lidarxistin re pêşengî kir. Piştî vê bûyerê di 7’ê Nîsana 1972’yan de hat girtin û 7 meh girtî ma.

Piştî girtinê zanîngeh û belgeya yekem a nivîskî

Piştî ji girtîgehê derket, hewl da aliyên çepgir, şoreşgerên sosyalîst di bin sîwanek de bîne ba hev lê piştî ku hewldanên wê bê encam man û di serê sala 1973’yan de bi teza “Kurdistan Mêtingeh e” dest bi amadekariya avakirina komek kir. Ji bo vê yekê civîna yekem a dîrokî di sala 1973’yan de li Bendeva Çubuka Enqereyê li dar xist. Merheleya rêxistinbûna koma îdeolojîk-polîtîk a Abdullah Ocalan jî di sala 1974-1975’an de bi serokatiya Komeleya Xwendekarên Zanîngehê ya Demokratîk (ADYOD) gihîşt merheleyeke nû. Di sala 1975’an bi Mehmet Xeyrî Durmuş re belgeya nivîskî ya bi navê “Nirxandinên emperyalizm û mêtinkariyê” nivîsand û ev bû yekem belgeya nivîskî ya komê.

Îlankirina avabûna PKK’ê

Di Adara 1977’an de piştî gera li Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlig, Xarpêt, Amed, Mêrdîn, Riha û Dîlokê, 18’ê Gulana 1977’an Hakî Karer hat kuştin. Abdullah Ocalan, ji bo bîranîna Hakî Karer di demek kurt de Bernameya Partiya Karkerên Kurdistan )PKK) ku dê çend meh paşê avabûna bihata îlankirin nivîsand û di sala 1978’an de rojnameya Serxwebûn dest bi weşanê kir. Di hejmara yekem a rojnameyê ya di 1978’an manîfestoya wê ya bi navê “Riya Şoreşa Kurdistanê” hat weşandin û di 26-27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Licêya Amedê bi kongreya avakar, avabûna PKK’ê hat îlankirin. Piştî ku rêveberiya tund a wê demê bi girtinan bersiv da û li her derê lê geriyan, nîvê sala 1979’an de ji sînorê Pirsûsa Rihayê derbasî Kobanê bû.

Abdullah Ocalan ê ku pêşengî ji vejîna gelê Kurd re kir, piştî salan, bi hevkariya hêzên hegemon bi komployeke navdewletî hat hedefgitin û di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin û wî birin Girtîgeha Ewlehiya Zêde Tîpa F a Îmraliyê ku weke “darbest” bi nav dike.

Zayîna yekem

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zayîna xwe weke sê merheleyan dibîne. A yekem jiyana wî û hewldana wî ya ku di çarçoveyeke dîrokî ya polîtîk de bin av dike ye. Vegona zayîna yekem, ji serpêhatiya Abdullah Ocalan a şexsî zêdetir, behsa şikestinên civaka Kurd ên derbasbûna ji kevneşopiyan dike. Abdullah Ocalan pêvajoya ku weke zayîna yekem pênase dike wiha vedibêje: “Pêvajoya yekem, civaka gund a çandiniyê dike û sedsala 20’an digre nava xwe. Ev pêvajo di nava kêmasiyên pêvajoya veqetînê ya 15 hezar salan de derbas bû. Tora jiyana beriya 15 hezar salan û dûre nikare were analîzkirin. Vê neçareseriyê, bû sedema şerê di nava malbatê û civaka gund de. Ez serhildêreke gund bûm. Vê serhildanê heta derbasbûna civaka fermî domiya. Dûre bi dibistana seretayî dest pê kir, piştî di merheleyên cuda de derbas bûm, heta serhildana li dijî komara olîgarşîk domiya û zayîna duyem çêbû. Vê pêvajoya ku dişibe êrîşa aşê avê ya Don Kîşot, bû sedem ku pirsgirêk xuya bikin û girantir bibin. Li ser nakokiyên civaka neolîtîk û feodal, taybetmendiyên kapîtalîst jî zêde bûn. Serhildana ku çêbû, paşverûtiya di nava xwe de jî analîz nekir. Vê merheleya serhildana ku bîst sal domiya, piştî ku li herêmê û cîhanê bandorê çêkir, pêvajoya Îmraliyê dest pê kir.”

Ji nûve zayîn

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajo û mercên Îmraliyê ne tenê ji bo wî, di heman demê de ji bo gel jî tê wateya zayîneke nû. Vê zayînê, ji aliyê Tirkiyeyê û meseleya Kurd ve weke xala werçerxa dîrokî pênase dike. Bi têgeha “zayîna duyem” diyar dike ku têkoşîna piştî pevçûn û şîdeta ku bi salan domiya divê êdî cihê xwe ji demokratîkbûn, çareseriya siyasî û lêgerîna veguherîna civakî re bihêle. Ev nêzikahî, hem balê dikşîne ser krîzên pergalî yên dewletê, hem jî destnîşan dike ku pêvajoya nû tenê bi diyalog û demokratîkbûnê dikare were avakirin. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wiha pênase dike: “Mercên Îmraliyê ne tenê weke kes, ji aliyê komarê û gel vê tê wateya zayîna sêyem. Zayîna duyem, bi şîdet û şer dest pê kir, dihat wateya paqijbûnê. Di xweza û civakê de, di her bûyerê de, li gorî hebûna dijberan û zagona yekîtiyê çêbû. Demek dirêj dijberiya komara olîgarşîk çêbû, niha dê ev yek cihê xwe ji laîkbûn û komara demokratîk re bihêle. Çawa ku dê pêşketineke bi nakokî çênebe, bi nakokiyên bêwate yên ku nehatine çareserkirin jî nabe. Ev yek tenê texrîbat, rûxîn û krîzan zêde dike. Ji ber ku Tirkiyeyê nakokiyên xwe baş fam nekir û hewl neda çareser bike, pêvajoyeke bi krîz çêbûye, dike nake nikare ji navê derbikeve.”

Zayîna sêyem

Abdullah Ocalan, dema ku dibêje pêvajoya Îmraliyê zayîneke cuda ye, têkildarî pêvajoya dawî wiha dibêje: “Pêvajo ji aliyê hemû hêzan ve zayîn û teşebûyîneke nû ferz dike. Ji dewletê, ber bi aboryê ve, ji siyasetê ber bi hiqûqê, ji exlaq ber bi hunerê ve, di her warî de diheje, di aloziyê de ye û bi krîzê re li çareseriyê digere. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya destdana vê rastiyê. Çawa ku pêvajoya berê weke diyardeya ‘ez û şer’ bi wate bibe, vê pêvajoya nû jî xwedî wateya diyardeya ‘ez û aştî’ ye. Wateya hebûna min, zanîna azadiya Kurd û îradeya gelê Kurd e. Vê zanîn û îradeya ku di tecrubeya şer de derbas bû, niha di pêvajoya aştiyê de derbas dibe.”

Pîrozbahiya yekem

Gel, diyar dike ku rojbûna Abdullah Ocalan ji bo wan jî rojbûnek e, ji sala 2004’an vir ve meşên rojbûnê li dar dixin, ku bi kevneşopî jê re "Rêwîtiya ber bi Rojê" tê gotin. Bi enerjî û berxwedanek bê navber, gel ber bi Amarayê ve dimeşe û azadiya Abdullah Ocalan dixwaze.

Meşa yekem ji hêla Federasyona Komeleyên Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) ve hate organîzekirin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Tevî hemû êrîşan, gel karî bighîje Amarayê. Di sala 2005’an de, beşdarbûnek hîn mezintir hate dîtin. Her çend dewletê ji bo astengkirina meşê hêz bi kar anî jî, ew bi ser neket.

Gel hat gulebarankirin

Ji ber rewşa tecrîda wî û raporên jehrîbûnê, gel ji ber tenduristiya Abdullah Ocalan bi fikar bû, û di her meşê de daxwaz kir ku şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê. Di sala 2009’an de, dewletê di meşek ber bi Amarayê ve bi slogana "Azadiya te azadiya me ye" de bi çekan êrîşî gel kir. Di vê êrîşê de bi sedan kes birîndar bûn. Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan û ciwanê Pirsûsê Mustafa Dag hatin qetilkirin.

Meşa ku piştî kuştina Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag di sala 2009’an de hate lidarxistin, bi dirûşmeya "Rojbûna te rojbûna me ye, azadiya te azadiya me ye" hate lidarxistin. Nêzîkî hezar kesên ku karîbûn bighîjin gund, pîrozbahî kirin. Di sala 2011’an de, cihê civînê wekî Xelfetî hate destnîşankirin. Pîrozbahî veguherî festîvalekê. Di sala 2012’an de, berî meşa Amarayê hemû ketin û derketinên Rihayê hatin girtin. Meşvanên Amarayê li Alîgorê civiyan. Kesên ku bi meşê karîbûn astengiyan derbas bikin, li gund pîrozbahî kirin.

Festîval û Peyam

Di sala 2014’an de, meşa 4’ê Nîsanê bi xwendina peyama Abdullah Ocalan a li ser Newrozê hîn qerebalixtir bû. Wêneyên Abdullah Ocalan di konên ku li Alîgorê hatine danîn de hatin nîşandan û pîrozbahî bi fîşekên hewayî atmosferek festîvalê girt. Ji bo cara yekem, Abdullah Ocalan karî peyamek ji bo kesên ku diçin Amarayê bişîne. Peyama Abdullaah Ocalan wiha bû:

“Gelê Kurdistanê yê hêja, ez bi rêzdarî hemû heval, ciwan û jinên xwe silav dikim ku ji bo 4’ê Nîsanê ku ez ne tenê wekî rojbûna xwe ya şexsî lê wekî ji nû ve jidayikbûna gelekî dibînim, xewnên xwe yên azadiyê di şexsê min de kirin yek û ber bi Amarayê ve meşiyan. Têkoşîna me ya azadiyê ku 40 sal berê bi îlankirina 'Kurdistan koloniyek e' dest pê kir, niha bi saya fedakariyên we, keda nirxên me yên nayên înkarkirin û têkoşîna bi biryar a hemû saziyên me gihîştiye ber deriyê jiyana xweser. Ev erdnîgarî baxçeyek gelan bû ku gelek nasname, çand, bawerî û rastiyên cihêreng lê bi hev re dijiyan. Dema ku kampanyaya Modernîteya Kapîtalîst li dijî ax û nirxên wan zêde bû, hemû gelên Rojhilata Navîn bi rûyê qirkirinê yê rastiya dewleta neteweyî re rû bi rû man. Diyar bûye ku êdî ne mimkun e ku li van axan di bin rejîmên kevn û îdeolojiyên wan de bijîn. Avakirina civakek azad tenê bi pêşxistina rêveberiyên xweser ên demokratîk mimkun e. Avakirina pêşerojek azad tenê bi guhertina kole bi azad mimkun e.” "Di ronahiya vê rastiyê de were dîtin..." Her wiha dê eşkere bibe ku zindanên fîzîkî bêwate ne. Îlhama ku têkoşîna me daye hemû gelên cîhanê tam ew e ku zindan dikarin ji bo qadên azadiyê werin veguhestin. Em dizanin ku eger ev nebe, tevahiya welatekî, bi çiya, deşt û bajarên xwe, dikare bo zindaneke tarî were veguhestin. Cudabûna fîzîkî ya di navbera me de bêwate ye. Îro, ez bi we re li ser sifreya rojê ya li Amarayê me. Ez di nav her yek ji hevalên xwe de me. Ez axên xwe, ku ne tenê şahidiya jidayikbûna şaristaniya me, lê di heman demê de şahidiya jidayikbûna hemû şaristaniyan kirine, dispêrim hişmendiya azadiya hemû gelên me, bi taybetî jî jin û hevalên me yên ciwan. Bi baweriya ku em ê hemû di welatekî azad de bicivin, ez we hemûyan hembêz dikim."

Pîrozbahî bi dawî nebûn

Di sala 2015’an de, ji bo bîranîna rojbûna Abdullah Ocalan, meşek ji Riha, Semsûr û Dîlokê bi sê stûnan hate organîzekirin. Stûna çaremîn jî ji Amedê dest pê kir. Meşvanên Amarayê di 3’yê Nîsanê de gihîştin Xelfetiyê û li Parka 4’ê Nîsanê di atmosfereke cejnê de pîrozbahiyek rojbûnê li dar xistin.

Di meşa Amarayê ya 2016’an de, daxwaza bidawîanîna tecrîdê û berdewamiya pêvajoya aştiyê hate kirin. Di sala 2018’an de, dîsa qedexe hebûn. Cihê jidayikbûna Abdullah Ocalan hatibû dorpêçkirin.

Di sala 2019’an de, DTK (Kongreya Civaka Demokratîk) bang li gel kir ku li her derê ku lê bin pîrozbahiyên rojbûnê li dar bixin. Gel guh da vê bangê û di 4’ê Nîsanê de li her bajar û herêma ku lê bûn pîrozbahî li dar xistin. Pîrozbahî bi daxwaza rakirina tecrîdê û grevên birçîbûnê yên ku Hevseroka DTK’ê Leyla Guven di girtîgehê de dest pê kiribûn û li hemû girtîgehan belav bûbûn, bi dawî bûn.

Dîrokek ku hêvî dîsa diçilmise

Heta îsal, her çend meş ji ber sedemên cûrbecûr hatibû astengkirin jî, gel bi rengekî rêyek ji bo pîrozbahiyê dît. Îsal jî, gel dê ji bo pîrozbahiyan li Amarayê be. Rojbûna Abdullah Ocalan ji dîrokek di bîra kolektîf de pirtir bûye; ew bûye sembola guhertina paradîgmayê, îradeya çareseriyek demokratîk û bangek ji bo diyalogê di navbera gelan de. Di demên dawî de, gel daxwaza pêkanîna 'mafê hêviyê' û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ji bo Abdullah Ocalan, ku damezrîner û bicîhanîna banga "Aştî û Civaka Demokratîk" e, dikin. Kesên ku banga Abdullah Ocalan dipejirînin, 4’ê Nîsanê wekî şiyarbûn û rojbûna xwe tam ji ber vê sedemê pîroz dikin. 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnek e, di heman demê de dîrokek e ku baweriya bi çareserî, aştî û civaka demokratîk ji nû ve geş dibe.

Bê guman, jin jî rojbûna wî wekî rojek ji nû ve jidayîkbûnê pîroz dikin, digel felsefeya azadiyê ya Abdullah Ocalan, ku di civakê de cih girtiye û ji hêla jinan ve hatiye pejirandin, wekî sembola azadiya wan.