Roja 550’emîn: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn

Malbata Şenyaşar di roja 550’emîn a çalakiya xwe de carek din bang li Wezareta Edaletê kir û got: “Tu qîmeta gotinên ku nekevin meriyetê nîn in.”

Riha - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emînê Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 550’emîn de ye.

Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li nebû, kurê wê Ferît Şenyaşar li “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” didomîne.

Bang li Wezareta Dadê kirin

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê Wezareta Dadê etîket kir û ev parvekirin kir: “Tu qîmeta gotinên ku nekevin meriyetê nîn in. Li Rihayê edalet tenê wek pêyv heye. Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn. Ji bo edaletê nobet di roja 550’yan de didome...”