Roja 548’emîn: Kesên qala edaletê dikin li ku ne?

Serlêdana malbata Senyaşar a ji bo hevdîtinê bi 10’emîn dozgerê ku di dosyaya lêpirsîna qetlîama nexweşxaneyê de wezîfedar e hat redkirin.

Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 549’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin li ber edliyeyê Rihayê û  li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin, dest bi nobeta xwe kirin. Malbata ku nobeta xwe li ber doviza “Lêgerîna edaletê ya di roja 549’emîn de berdewam dike” û li ber “Pêşangeha Edaletê” ya ji wêneyên ku di dema Nobeta Edaletê de hatin kişandin didomîne, ji kesên têne edliyeyê re der barê doza xwe de agahiyan didin.

Her wiha hat zanîn ku daxwaza malbatê ya hevdîtinê ya bi dozgerê 10’emîn ku tayînî dosyeya lêpirsîna qetlîama li nexweşxanê hatiye kirin jî, hatiye redkirin. 

“Kesên qala edaletê dikin li ku ne?”

Malbatê li ser hesabên xwe yên medyayê hesabên AKP û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu etîket kir û ev parvekirin kir: “Kesên li welat qala edaletê dikin li ku ne? Ev dayik çima 549 rojin li edliyeyê dirûne? Ma kesek ji hikûmetê dikare derkeve û bêje em li cem wekîlê xwe ne? Hûn ê kengî destê xwe li ser darazê rabikin?.”