Roja 460’an: Ger têkoşîn hebe hêvî jî heye
Malbata Şenyaşar ku 460 roj in Nobeda Edaletê didomîne, bi parvekirina peyama "Ger têkoşîn hebe tevî her tiştî hêvî jî heye“ bal kişand ser bîranîna ku dê di 14'ê Hezîranê de bê lidar xistin.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 460’an de berdewam dike. Malbatê ku ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne, ji hesabên xwe yên medyayê peyamek parve kir.
Malbatê bal kişand ser bîranîna ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê ji bo Hacî Esvet Şenyaşar û zarokên wan Adîl û Celal ên di 4'emîn salvegera komkujiyê de 14'ê Hezîranê roja Sêşemê bê lidarxistin, bi hashtaga #EmJiBoEdaletêLiRihayêne wiha got: “Ger têkoşîn hebe tevî her tiştî hêvî jî heye. Kesên ku Nobeta Edaletê ya dayik 460 roj in didomîne dibînin û bêdeng dibin û hêj jî qala hilbijartinên 2023 dikin neçarin ku winda bikin.”
Di parvekirinê de hesabên fermî yên Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan û Wezîrê Edaletê jî hatin etîket kirin.