Roja 406’emîn: Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
Emîne Şenyaşar a ku di roja 406’emîn de nobeta edaletê berdewam dike cara 16’emîn bi hiceta ‘heqaretê’ ji bo îfadeyê birin qereqolê. Emîne Şenyar got “Biçin îfadeya ew kesê ku zarokên min kuştiye bigrin.”
Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 406’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyê û dest bi nobedê kir. Di roja 406’emîn a nobeta edaletê de cara 16’emîn ji bo îfadeyê Emîne Şenyaşar birin qereqolê.
“Biçin îfadeya ew kesê ku zarokên min kuştiye bigrin”
Li aliyê din kêliya ku Emîne Şenyaşar nobedê didomand ji aliyê polîsan ve hêceta “heqaret” kiriye wê birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê ku îfadeya wê bê girtin. Şenyaşar bertek nîşanî polîsan da û got: “Hûn me qereqol bi qereqol digerînin. Biçin îfadeyên kesên ku zarokên min qetil kirine, bigirin. Me rehet berdin.”
Polîsan gefa binçavkirinê li malbatê xwar. Parêzerên malbatê bi polîsan re hevdîtin kirin li ser vê yekê Emîne Şenyaşar cara 16’emîn bi hêceta “heqaret kiriye” birin Midûriyeta Polîsan.
Hat zanîn ku Emîne Şenyaşar wek bertek nexwestiye îfade bide polîsan û gotiye dê îfadeya xwe li dozgeriyê bide. Nehat diyarkirin ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li kê kiriye.