Roja 397’an: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hat destpêkirin, 397 roj in berdewam dike. Malbatê got: “Yên ku di vê meha Remezanê de zilma li pêşiya edliyeyê jinedîtî ve tên dê winda bikin.”

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 397’an de berdewam dike. Malbatê ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Îro li welatê me wezaretên edalet, karên hundir û tenduristiyê hene. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hate kirin û dayikek li pêşiya Edliyeya Rihayê disekine heye. Yên ku di vê meha Remezanê de zilma li pêşiya edliyeyê jinedîtî ve tên dê winda bikin.”