Roja 380’emîn: IPPNW serdana malbata Şenyaşar kir

Şandeyeke ji endamên Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNWE) Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên 380 roj in li ber Edliyeya Rihayê di Nobeta Edaletê de ne ziyaret kir.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 380’an de berdewam dike. Şandeyeke ji endamên Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNWE) ku xwe wekî aktîvîstên li dijî şer û aştiyê bi nav dikin, îro hatin serdana çalakiya malbatê. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Fazîlet Taştan Arserîm jî li gel şandeyê bû.

"Em ê çavdêriyên xwe binivîsin"

Li ser navê şandeyê ji endamên IPPNW’ê Dr. Med Gisela Penteker axivî û wiha got: “Hûn bi vê çalakiya xwe hem dixwazin kiryar bên girtin û hem jî edalet pêk bê. Heta edalet pêk neyê û kiryar neyên darizandin, hûn ne dikarin xema xwe bigrin û ne jî li mala xwe rûnin. Bi taybetî jî ji bo dayikê karekî gelek zehmet e ku her carê vê êşê vedibêje. Dema em vegeriyan dê raporeke ji çavdêriyên me pêk tê amade bikin. Heke destûra we hebe, em dixwazin ku nobeta we jî binivîsînin.”  

Şandeyê bertek nîşanî polîsan da

Dayika Emîne Şenyaşar jî dema qala serpêhatiya xwe kir, hêsir barand. Şandeyê li tiştên dayik jiyane guhdar dikir. Di vê navberê de şandeyê bertek nîşanî polîsên ku dîmen dikişandin da, bi gotina, “Em weke bijîşk bi malbatê re diaxivin. Ya ku hûn dikin, binpêkirina mafê jiyana taybet e” polîsê dîmen digirt ji qadê dûr xistin.

Şande piştî demekê bi malbatê re nobet girt ji cihê nobetê rabû.