Malbatek li Afganistanê ji bo tedawiya du zarokên xwe keçên xwe firot!
Malbatek li parêzgeha Helmand a Afganistanê ji bo tedawiya du zarokên xwe bike zarokên xwe yên keç firot.
Navenda Nûçeyan – Li Afganistanê di hefteyên borî de piştî çîrokên ji ber qeyrana aborî ya ku derketibû pêş bi firotina organên xwe re xwe jiyanê digrin, nûçeyek din jî xala ku qeyran hatiye bi êşek din raxist berçavan.
Malbatek ji bajara Helmenda ya Afganistanê, dema ji ber xizaniyê nekarî tedawiya zarokên xwe bike, ji bo dabînkirina lêçûnên tedawiyê neçar ma zarokên xwe yên din bide ber firotîne. Malbata ku ji bo karibin du zarokên xwe yên penceşêra xwînê tedawî bikin neçar ma keçên xwe yên biçûk bifiroşe, xala ku trajediya mirovî hatiye nîşanî me dide.
Nexweşxaneya herêmê ji ber nebûna pereyên wan tedawî nekir!
Bavê keçika biçûk Hafizullah, belav kir ku du zarokên wî yên nexweş ên 5 û 3 salî hene û êdî nikare lênêrîn û tedawiya wan bike. Malbatê di îlana dan de diyar kir ku bi hinceta ku pereyê wan tune ye, tedawiya zarokên wan yên penceşêrê xwînê ji aliyê nexweşxaneya ku çûne ve nehatiye kirin û da zanîn ku divê pêwîstiya lezgîn ên xwînê yên zarokên binavê Mohammad û Somayeh bên dabînkirin û diyar kir ku ger dermankirina wan li Nexweşxaneya Herêmî ya Helmendê bi derengî bikeve dê bimirin. Malbatê ji ber vê yekê diyar kir ku ew ê bi awayekî lezgîn zarokên xwe yên din bifiroşin.
Her wiha hat ragihandin ku malbata Afgan beriya niha li Meydana Helmendê ji lîderên Talîbanê alîkarî xwestine, lê belê destûr nedane ku biaxivin û gef li wan xarinê, ew ji weke çareya dawî zarokên xwe dane ber firotinê.