Roja 356’an: Kesê riza nîşanî zilmê dide mîna kesê zilmê dike ye

Malbata Şenyaşar di roja 356’an ya têkoşîna "Edaletê" de wiha got: “Ger edalet tunebe, hemû civak di bin zexta zaliman de ye. Kesê riza nîşanî zilmê dide mîna kesê zilmê dike ye."

 
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9'ê Adarê de li ber Edliyaya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 356'an de berdewan dike. Ji ber dawiya heftê ye
Malbata Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Wezareta Edaletê etîket kir û ev parvekirin kir: "Li welatekî ku daraz lê ne serbixwe be, ne tenê kesên girtî azadiya xwe winda dikin. Ger edalet tunebe, hemû civak di bin zexta zaliman de ye. Kesê riza nîşanî zilmê dide wekî kesê zilmê dike ye."