Roja 328’an: Weke civak pêwîstiya me bi edaletê heye
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşan ên ku 328 roj in têkoşîna 'edaletê' didomînin, wiha gotin, "Weke civak pêwîstiya me bi edaletê heye."
Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 328’an de berdewam dike.
Malbata ku ji ber îro dawiya hefteyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne, li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: "Nayê zanîn ku Gul îstîfa kiriye yan ji peywirê hatiye girtin, lê bi milyonan ax li pey xwe hişt. Wezîrekê kevn careke din li qoltixa xwe rûnişt. Kes ne girîng in, weke civak pêwîstiya me bi edaletê heye. Rêya me edalet e. Gel li deriyê Edliyeya Rihayê dinêre."