“Em jinên ciwanên Şengalê êdî bi hêzin û tirsa me ji tiştekê nîne”

Jinên Ereb ên Şengalê ku li gundên nêzî xeta sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê dijîn û cihê xwe di Însyatîfa Ciwanên Ereb a duh hatî ragihandin de digirin gotin: "Bi felsefeya Rêber Apo me dît ku em weke jin dikarin xwe û civaka xwe biparêzin. Me naskir ku hêza me ya jin dikare gelek guhartinan çêbike, ji ber wê jî em dixwazin vê ferqê bi jinên dinê jî bidin dîtin û xwe bigihînin hemû jinan."

SİTÎ ROZ
Şengal – Li Şengalê her roja diçe rêxistinbûna nava gel bi pêşengiya jin û ciwanan dorfereh dibe û xwe digihîne cihên cuda. Li Til Izêra Şengalê piştî Şêwira Jinên Ereb û Êzidî vê carê jî li xeta sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê Însyatîfa Ciwanên Ereb avabû. Di Însyatîfa Ciwanên Ereb a duh li Şengalê bi koncivînekê hat ragihandin de jinên ciwan rolek mezin girtine ser milê xwe û bi xwe bawer tevlî xebatê dibin. Jinên ciwanên Ereb ên cihê xwe di însiyatîfê de girtin li ser xebatên xwe axivîn. 
"Me êdî vîn û hêza xwe naskir"
Zîna Adil a ji gundê Bîrcarî ku ji pêkhateya Erebe diyar kir ku ew êdî weke berê koletiya di bin destê zilam de nema qebûl dikin û guherîna di nava jinên ciwanên ereb de çêbûyî wiha anî ziman: “Felsefeya Rêber Apo felsefeyekî bi hêze, her kes dikare xwe têde bibîne û para xwe jê bigire, tayîbetî jî em ciwan. Hêz û keda me ya niha bi saya vê fikirê ye. Berê ji aliyê zihniyeta zilamê serdest ve gelek zordarî li ser me dihat meşandin lê piştî ku me ev fikir naskir êdî tu tirsekî me ji tu zilamekan nemaye. Ji ber ku me îrade û hêza xwe naskir êdî nema zordariya kesê qebul dikin. Ji ber ku fikir û ramana Rêber Apo fikrekî bihêze ku hemû civakan ji xewa kolatiyê şiyar dike. Dewletên desthiladar vê bandorê dizanin ji ber wê ye ev 23’ê salin nahêle kes dengê wê bibihîze. Em vê komployê tu car qebûl nakin. Em pêwîstiya xwe gelek bi nasîna vê fikirê dibînin û jin hemû pêwîste vê fikrê nasbikin. Ji ber em weke jinên Ereb û xweşkên xwe yên Êzidî me dît ku riya azadiyê bi vê felsefeyê ye, ji bo wê me hemûyan berê xwe dayê û xwe qayîm pê girtiye.”
"Em ciwan êdî bihêz li hemberî pirsgirêkan disekinin"
Nûr Sincar jî wiha gotin: “Em Rêber Abdullah Ocalan wek serokekî ji xwe re hildibijêrin. Ji ber ku bi felsefeya Rêber Apo em bûn xwedî îrade, çesaret û hêz. Me bi nasîna vê fikirê gelek destkeftî bi dest xist. Ya herî girîng jî em êdî dikarin li hermber her êrîşê bi hêz rawastin û parastina axa xwe bikin. Ji ber ku berê dema êrîşekî çêdibû me xwe vedişîrt û em ji bêhêziyê ditirsiyan lê niha ev tişt hat guhartin, êdî tirsa me ji kesê nîne. Emê jî her tekoşîn bikin ku hîn zêdetir ev fikir bighe her jinekê.” 
"Em ketin di ferqa hêza xwe de"
Emîra Sincar jî da zanîn ku ew berê ne di ferqa hêza xwe de bûn û wiha domand: “Berê me ne xwe ne jî hêza xwe nasnedikir û nedizanî em dikarin çî bikin. Em niha baş dizanin ku emê çawan li hemberî êrîşan bisekinin û êdî tirsa me ji kesê nîne. Ji ber wê jî em dixwazin xwe bigihînin hemû jinan û vê ferqa xwe ji wan re bêjin ku ew jî bikarin xwe ji bin nîrê koletiyê rizgarbikin û bes êdî di xefleta ku em jin nikarin bêhêzin de bimînin.”