Roja 325’an: Tundiya li dijî jinan tundiya li dijî mirovahiyê ye
Malbata Şenyaşar di roja 325'an de nobeta edaletê de ne. Malbatê ku li ser hesabê xwe yê medyayê etîketa hesabên rêxistinên jinan kir wiha got: “Emîne Şenyaşar 325 roj in li ber çavê her kesî li hemberî tundiyê li ber xwe dide. Tundiya li dijî jinan tundiya li dijî mirovahiyê ye.”
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 325’an de ye.
Emîne Şenyaşar îro ji ber pirsgirekên xwe yên tenduristî nehat ber edliyê, nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê banga xwe ya edaletê dubare dike.
Emîne Şenyaşar li dijî tundiyê li ber xwe dide
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê hesabên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsên Jinan û Baskê Jinan a Partiya Gel a Komarî (CHP) ê etîket kir û ev parvekirin kir: “Gelek cûreyên tundiyê hene. Yek ji van jî ‘bêedaletî’ ye. Li Rihayê dayikek (Emîne Şenyaşar) 325 roj in li ber çavê her kesî li hemberî tundiyê li ber xwe dide. Tundiya li dijî jinan tundiya li dijî mirovahiyê ye. Tavilê dawî li vê tundiyê bînin.”