Roja 288’emîn: Emîne Şenyaşar cara 11’emîn ji bo îfadedayînê hat gazîkirin

Dema ku li ber Edliyeya Rihayê 288 roj in nobeta "Edaletê" dewam dike, Emîne Şenyaşar jî bi hinceta "Heqaret li peywirdarê kamûye kiriye" cara 11'emîn gazî dozgeriyê hat kirin.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 288’an de berdewam dike. Di saetên zû yên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenşayar hatin li ber Edliyeya Rihayê qada ku bi navê "koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" te binavkirin dest bi nobetê kirin. 
Ji bo îfadeyê gazî kirin
Piştî nobet dest pê kir demeke kurt polis hatin cem malbatê û dayik Emîne Şenyaşar bi hinceta "heqaret li peywirdarê kamûyê" kiriye ji bo ku îfadeyê bide dozgeriyê cara 11'emîn vexwendin edliyeyê. Hat hînbûn ku ji ber gotinên wê yên di roja 241'an de ku bi seromê hatibû ber edliyeyê û di roja 245'emîn de ku zêdetirî 100 dayikên aştiyê hatibûn serdana wê Emîne Şenyaşar vexwendine îfadeyê. Ferît Şenyaşarê ku bertek nîşanî vexwendina îfadeyê ya dayika xwe da û got ku wê dayika bersiva "Kî hevjîn û 2 kurên min kuşt" bide hemû pirsên li dozgeriyê jê bên pirsîn. Dayik û kurê xwe ji bo ‘îfade dayînê’ bi parêzerên xwe re derbasî edliyeyê bûn. 
“Heta ku em zilm jiyan bikin, qeresandinê tercîh dikin”
Malbata Şenyaşar ji hesabê xwe ye medya civakî, hesabên medyaya civakî yên Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan û Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakîbaba etîket kirin û ev peyam parve kir: "Em qerasandina li ber Edliyeya Rihayê tercîhê rûniştina li malê ya di bin zilmê de dikin. Bila ev jî şerma qalkirina hiqûq û edaletê ya li Tirkiyeyê be."