Roj 362’emîn: Dayikek salek e bi gotia “Edalet li ku ye” diqîre

Malbata Şenyaşar di roja 362’an nobeta xwe ya edaletê de ev bang kir: ”Dayikek salek e li ber deriyê Edliyeya Rihayê qîr dike û dibêje, ‘Edalet li ku ye? Ka dewleta hiqûqî?’ Werin em di salvegera yekemîn de hemû bi hev re bêjin ‘bila li Rihayê hiqûqa serdestan bi dawî bibe’.”

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 362’an de ye. Ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtî ye, Şenyaşaran nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domandin. 
Banga 9'ê Adarê
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Roja çarşemê di 9’ê Adarê de salvegera yekemîn a Nobeda me ya Edaletê ye. Tu baweriyek li ser rûyê erdê zilmê qebûl nake. Dayikek salek e li ber deriyê Edliyeya Rihayê qîr dike û dibêje, ‘Edalet li ku ye? Ka dewleta hiqûqî?’ Werin em di salvegera yekemîn de hemû bi hev re bêjin ‘bila li Rihayê hiqûqa serdestan bi dawî bibe’.”