Rîhan Loqo: Tifaqa gelan û jinan bersiva êrişan e

Berdevka Giştî ya Kongra Star Rîhan Loqo teqez kir ku “Tifaqa gelan û jinan ji bo azadiyê”dê jîngehek saxlem ava bike û got: “Tifaq bersivek li dijî êrişên li ser cihên xizmetên civakî ye ku demên borî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker pêk hat.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di 20’ê Gulanê de 22 partî û rêxistinan ji bo hilbijartinên şaredariyan "Tifaqa gelan û jinan ji bo azadiyê" ava kir. Nûnerên 22 partî û tevgerên jinan civîneke çapemeniyê li dar xistin û tifaqek bi navê “Tifaqa gelan û jinan ji bo azadiyê” ava kir. Ji bo ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên 11’ê Hezîrana bibin. Têkildarî mijarê berdevka giştî ya Kongra Star Rîhan Loqo ji ajansa me re axivî.

Ji 22 partî û rêxistinan tîfaqa ‘Hevbendiya gel û jinan ji bo azadiyê’

Rîhan Loqo diyar kir ku xebatên amadekirina hilbijartinên 11’ê Hezîranê berdewam dikin û got: “Piştî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku 11’ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibin, weke rêxistina jinan a Kongra Star û PYD’ê me bi hev re rêkeftinek ji raya giştî û gelê xwe re ragihand. Di hundirê vê rêkeftinê de hevdîtin bi tevahî partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hat kirin. Em bi hev re weke partiyên siyasî, tevger û rêxistina jinan em ê çawa amadekariyên xwe ji bo şaredariyên demokratîk û ekolojîk ên ku bi pêşengiya jinan bên avakirin amade bin. Em çawa bikaribin di hilbijartinên giştî de cih bigrin û xwe bi rêxistin bikin. Li ser vî esasî em dikarin bibêjin ku di encama hevdîtinên me bi partî, rêxistin û tevgerên jinan re kirin; 22 partiyên siyasî me bi hev re hevbendiya bi navê “Tifaqa gelan û jinan a ji bo azadiyê” ragihand.”

Bi beşdariya hemû pêkhateyan avakirina şaredariyên demokratîk û ekolojîk

Rîhan Loqo da zanîn ku hebûna her pêkhateyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di lîsteyan de esas e û wiha axaftina xwe domand: “Ev tifaqek di navbera 22 partî û rêxistinên jinan de ye. Armanc ew e ku em bi hev re bi lîsteyeke ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez, Êzidî tê de cih digrin. Pêkhateyên ku baweriya xwe bi avakirina şaredariyên demokratîk û ekelojîk tînin. Her wiha li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelek lîsteyên cuda di nava partî û rêxistinên jinan de tên amadekirin û ji raya giştî re dê werin raghandin.”

‘Bi hevbendiya gel û jinan wê jîngehek saxlem were avakirin’

Rîhan Loqo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser xizmetguzariya civakê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca me ew e ku di sedsala 21’ê de bi hêviyek mezin û bi zanista jinên azad em bikaribin şaredariyên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi pêş bixin. Em ê bi hev re bikaribin careke din şaredariyên demokratîk, civakek azad bi riya sîstema hevserokatiyê di pêşengiya jinan de ava bikin. Tevî zor û zehmetiyên ku ji her alî ve em dikşînin jî armanca me ya sereke avakirina jîngeheke saxlem e.”