Rihan Loqo: Rêber Apo bi felsefeya xwe komployê têk bir

Berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo komploya navneteweyî nirxand û got: "Bi komploya li ser Rêber Apo xwestin tevahî civaka Kurd dîl bigrin û tune bikin. Rêber Apo bi felsefe û têkoşîna xwe armancên komployê têk bir."

PERWÎN AMARA

Qamişlo- Komploya nevneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye dikeve sala xwe ya 27’emîn. Ev roj di dîroka gelê Kurd de weke roja reş tê bibîranîn. Bi vê komployê xwestin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hemû Kurdan dîl bigrin û tune bikin. Dewletên desthilatdar gelek komkujî û qirkirin li ser gelê Kurd çêkirin, bi vê komployê re jî xwestin careke din hebûn, nasname, ziman û îradeya gelê Kurd tune bikin.

Bi tekoşîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 26 salan di nava şert û mercên îmraliyê de, ji cîhanê re hat îsbatkirin ku tu hêz nikare vîna gelê Kurd têk bibe. Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo ji ajansa me re axivî. Rihan komplo şermezar kir û bi lêv kir ku armanca komployê têkbirina felsefeya azadiyê li Rojhilata Navîn bû, bi saya têkoşîna azadiyê komplo vala derketiye.

 ‘Xwestin civakê bê hebûn û nasname bikin'

Rihan Loqo anî ziman ku hêzên serdest felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe xeter dîtine û wiha got: “Ji ber ku Rêber Apo pêşengê demokratîk, aştî û wekheviyê ye, ji aliyê hêzên serdest ve hat hedefgirtin. Projeya ku Rêber Apo ji bo jin, ciwan û tevahî civakê dabû destpêkirin, dewletên serdest, ji bo xwe weke xeteriyeke herî mezin dîtin. Bi armanca ku civaka azadîxwaz bê îrade û bê nasname bihêlin, êrîşî fikir û îdeolojiya Rêber Apo kirin û komplo meşandin. Di kesayeta Rêber Apo de xwestin tevahî civak û gelên azadîxwaz têk bibin. Armanc ji vê komployê ew e ku civakeke li gorî berjewendiyên xwe ava bikin û bê nasname û hebûn bihêlin."

‘Rêber Apo armancên komployê vala derxist’

Rihan Loqo da zanîn ku Rêber Apo di nava şert û mercên Îmraliyê de têkoşîn û berxwedaneke dîrokî dimeşîne û wiha domand: “Li dijî komployê 26 sal ijin, ciwan û tevahî gel li qadên azadiyê li ber xwe didin û serî hildidin. Rêber Apo li zindana Îmraliyê ji tundebûnê hebûn afirand. Berxwedaneke dîrokî li dijî siyasetên îmha û qirkirinê dimeşîne. Vê berxwedanê armancên komployê têk bir û vala derxist. Dîrok bû şahidê berxwedan û têkoşîna Rêber Apo. Bi tîpên zêrîn dîroka berxwedana Îmraliyê dinivîsîne. Têkoşîna 26 salan li cîhanê deng veda. Gelên ku fikir û felsefeya Rêber Apo xilasbûna ji koletiyê dibînin, li qadên azadiyê serî hildidin û azadiya wî ya fîzîkî daxwaz dikin."

'Jin li hemberî komployê têdikoşin'

Rihan Loqo got ku herî zêde jin li hemberî komployê têkoşînê dimeşînin û wiha pê de çû: “Di nava van 26 salan de Rêber Apo ji hemû mafên xwe yên jiyanê hat dûrxistin. Di bin navê cezayê disîplînê de ceza li Rêber Apo dibirin. Nahêlin ne parêzer ne jî malbat hevdîtinê bi wî re pêk bînin.  Her ku asta têkoşîn û berxwedanê bilind dibû, li ser Rêber Apo jî zext zêdetir dibûn. Bi projeya ku rêber Apo pêşkêşî jinan û civakê kiriye û kombûna civakê li derdora ramanên Rêber Apo armancên komployê vala hatin derxistin. Jin bi saya felsefeya Rêber Apo ya 'Jin Jiyan Azadî' têdikoşin û berxwedana xwe li hemberî komployê xurtir dikin."

'Heya azadî pêk neyê wê têkoşîn raneweste'

Rihan Loqo diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê wê dev ji têkoşîna xwe bernedin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê, wê têkoşîn û berxwedana me raneweste. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û civakên bindest e. Em ê bi berxwedan û têkoşînê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û pergala Îmraliyê hilweşînin. Em bang li sazî, tevger û rêxistinên jinan dikin ku biherikin qadan û di roja reş a 15'ê Sibatê de dengê xwe bigihîjînin cîhanê, nîşan bidin tu kes nikare roja me tarî bike û pêşî li azadiya me bigre."