Reyhan Yalçindag: Kiryar bi zirxên bêcezatiyê tên parastin

Reyhan Yalçindag a beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê vê hefteyê bû, diyar kir ku kiryar bi zirxên bêcezatiyê tên parastin, wiha got: “Heta kujer neyên dîtin û li her darezê hesab nedin, em ê dest ji têkoşîn kirine bernedin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya hefteya 894’an de ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Selîm Orhan ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî pirsîn ku di 24’ê gulana 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin û qetilkirin, pirsîn.

Cenazeyên hatin dîtin nedihatin naskirin

Di çalakiyê de ewil li ser navê malbatê kurê Mehmet Selîm Orhan ê bi navê Adnan Orhan mafê axaftinê girt. Adnan Orhan ê da zanîn ku bav, ap û pismamê wî piştî ku hatin binçavkirin, 17 rojan li Dibistana Herêmê ya Liceyê hatin îşkencekirin û wiha got: “Piştî îşkenceyê jî birin gundê Bagcilar ê Pasûrê û li wir gule lê reşandin û qetil kirin. Derman li wan reşandin û şewitandin. Piştî agahî ji herêmê hatî, malbat û şêniyên gund çûn cihê lê hatibûn qetilkirin. Cenazeyên 6 kesan li wir dîtin ku nedihatin naskirin.” 

“Hestî di telîsekî de dirêjî me kirin”

Adnan Orhan bi bîr xist ku li herêmê ji bilî malbata wî gelek dozên ku kiryar nediyar hene, tiştên hatin jiyîn bi van gotinan vegot: “Piştî ku malbateke din ji bo heman herêmê serlêdan kirî, bi biryara dozgeriyê li wir gora komî hate vekirin. Hestiyên wan şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Me jî serlêdan kiribû. Di encamê de derket holê ku yek ji wan bavê min û yek jî apê min bû. Me xwest piştî ewqas zilmê hestiyên xwe wergirin. Lê tevahiya wan hestiyan xistin telîsekî û şandin dozgeriyê. Ji bo wergirtina hestiyan me serî li dozgeriya Pasûrê da. Hestî, di telîsekî de dirêjî me kirin. Hemû hestî li Goristana Bêkesan di gorekî de veşartin.”

“Hemû serlêdan bê encam man”

Adnan Orhan, anî ziman ku hemû serlêdanên hatine kirin bê encam man e û wiha got: “Hestiyên xizmên me hêj niha jî li goristana bêkesan in. Tevî ewqas dem jî derbas bû lê kesek nehat cezakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Sal jî derbas bibin em ê aqûbeta xizmên xwe bipirsin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

“Kiryar li pêşberî darazê hesab nedan”

Piştre jî parêzera malbatê Reyhan Yalçindag axivî, bi bîr xist ku 3 endamên malbata Orhan 28 sal berê di binçavan de hatin windakirin û wiha got: “ Tevî ku cenazeyên wan hatin dîtin jî weke bi hezaran cînayetan kiryar li pêşberî darazê hesab nedan û bi zirxê necezakirinê hatin parastin. Ji wê demê û vir ve ji berdewamkirina binpêkirinên mafê jiyanê û berdewamkirina vê tarîtiyê bi qasî hêzên siyasî, burokrasiya darazê berpirsyar e.”

"Di hiqûqa navxweyî de bêceza hat hiştin" 

Metna daxuyaniyê xwîşka xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê ku di binçavkirinê de hat qetilkirin, Ayşe Tepe xwend. Ayşe Tepe bi bîr xist ku ew di hefteya 894’an ya têkoşîna heqîqet û edaletê ya ji bo welatiyên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatin binçavkirin û piştre hebûna wan hat înkarkirin de ne û da zanîn ku ew vê heftê bi dosyaya Orhan’an li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû mehkûmkirin lê belê di hiqûqa navxweyî de kiryar bêceza hatine hiştinü li pêşberî raya giştî ne.

Tevî şahidan jî lêpirsîn nehat kirin

Ayşe Tepe di berdewamiya axaftina xwe wiha qala serpêhatiya windakiriyan kir: “Di 24’ê gulana 1994’an de leşker hatin gund û Mehmet Selîm ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî binçav kirin. Rojek piştre jî Salih Orhan serî li hemû saziyên fermî da. Şahidan da zanîn ku li Qereqola Serîkê hatin binçavkirin, ji wir birin Qereqola Cendirmeyan a Liceyê û herî dawî jî derbasî Dibistana Herêmê ya Liceyê. Lê tevî vê yekê jî Serdozgeriya Pasûrê lêpirsîna ku di 8’ê hezîrana 1994’an de dabû destpêkirin, bi hinceta ku navên wan di nava kesên binçavkirî de nîne, dawî li lêpirsînê anî.” 

“AÎHM'ê Tirkiye mehkûm kir”

Ayfer Tepe bi van gotinan pêvajoya hiqûqî ya malbata Orhanan vegot: “Piştî ku hemû hewldanên wan bêencam mayîn, malbata Orhan serî li DMME’yê dan. DMME’yê jî di biryara xwe ya di 6’ê mijdara 2022’yan de Tirkiye ji kuştina wan berpirsyar dît û mehkûm kir. Piştî israra malbat û ÎHD’ê, hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bagcilar ê Pasûrê di goreke komî de hatin dîtin. Lê hêj niha jî hestiyên Cezayîr Orhan nehatine dîtin. ATK’ê di 16’ê tîrmeha 2004’an de hestiyên wan bi postayê ji dozgeriya Pasûrê re şand. Dema malbatê xwest hestiyên xizmên xwe defin bike jî dozgeriyê jê re got ku hestî winda bûne. Piştî israra malbat û ÎHD’ê jî hestiyên wan li gel hestiyên 6 kesên din li goristana bêkesan di heman gorî de hatine definkirin.”

“Em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin”

Ayfer Tepe a got "Em girtina dosyaya Orhanan ya bi hinceta demborî qebûl nakin" herî dawî wiha axivî: Divê meqamên dadwerî dest ji bikaranîna saziya demborî ya wekî amûra bêcezatiyê berdin. Divê di doza Orhanan de edalet pêk were. Çend sal derbas bin bila derbas bibin jî em ê ji bo Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin, bendên hiqûqê bi bîra dewletê bixin û dest ji Qada Galatasarayê ku 195 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”