Rêxistinên siyasî yên Şehbayê li hemberî êrîşan û îxaneta PDK’ê rabûn

Bi armanca şermezarkirina êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK’ê rêxistinên siyasî li Şehbayê daxuyanî dan.

Şehba- Koordînasyonên partiyan û rêxistiyên siyasî li dijî êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK'ê li Şehbayê daxuyanî dan. Di daxuyanî de hemû endamên koordînasyonên partiyan û rêxistinên siyasî amade bûn. Beşdaran wêneyên şehîdan û pankertên bi nivîsa "Ji bo azadiyê em li ser piyan e serkeftin a jinan e" hildan. Daxuyanî li parka navçeya Ehdas ya girêdayî kantona Şehbayê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla mamoste Birîvan Elo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha bû: "Dema ku hemû cîhan bi pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyem, bi taybetî bi destpêkirina êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê re mijûl e, dewleta faşîst a tirk ev şert û mercan îstîsmar kir û bi balafirên şer û balafirên keşfê êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê kir. Hêzên komandos û hêzên taybet ên li ser erdê, amadekariyên ku bi mehane û bi hemahengiya serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê li hemberî bêdengiya navdewletî ya gumanbar dest pê kirin e. Armanca dewleta tirk ji vî şerî ne tenê tasfiyekirina Partiya Karkerên Kurdistanê ye, armanca wê ya sereke tunekirina kurdan e. Pêwîste ku êdî çareseriyek ji êrîşên dewleta tirk re bê dîtin. Faşîzma tirk di çarçoveya Peymana Mîllî û vegerandina Osmaniyan de plan dike, ku hem li Sûriyê û hem jî li Iraqê destwerdanê bike.  Em bang li civaka navneteweyî dikin ku êdî sînorekî ji êrîşên tirkiyê re deynin. Di heman demê de em bang li serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin ku dev ji pêkanîna siyasetên bindestkirina faşîzma tirkiyê berde û vegere nav rêza netewî da ku gelê Kurd di hevsengiyên herêmê û nexşeya nû de di sedsala bîst û yekê de hebûna xwe û giraniya xwe hebe.”

Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin”,”Bijî biratiya gelan”û”Bimire îxanet“ bi dawî bû.