Der barê Jîna Emînî de daxuyaniyek hevbeş hat dayîn

Rêxistinên medenî yên bajarê Saqizê daxyaniyek hevbeş dan û diyar kirin ku hêrsa malbata Jîna hêrsa wan e û ew kesên ku ev tewan kirine tevgerek li dijî mirovahiyê ne û divê werin cezakirin.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku duh Jîna Emîn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, di nava hemwelatî û çalakvan û rêxistinên medenî de bû sedemê nerazîbûnan. Jîna Emînî ku di 13’ê Îlonê de bi malbata xwe re ji parêzgehên Saqizê ya yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye hatibû Tehranê, bi hinceta ku wê hîcab baş li xwe nekiribû ji aliyê polîsan ve hat girtin. Lê piştî du saetan ji girtina wê, ji ber lêdana polîsan ket komayê û ew bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxanê krîza mejî derbas kir jiyana xwe ji dest da.

Di vê der barê de rêxistinên medenî yên bajarê Saqizê der barê bûyera Jîna Emînî ku bi navê Mesha Emînî tê nasîn daxuyaniyek hevbeş dan û diyar kirin ku tundîtujiya li hemberî jinan bi hinceta hîcabê Jîna ya 22 salî xelkê bajarê Saqizê ji ber lêdana polîsan krîza mejî derbas kir. Em baş dizanin ev ne bûyera yekem û kesa yekem e û ev kiryarên ku bi hincetên cuda yên weke hicab, girtina ciwanan û kuştina wan li Îranê li dijî mirovahiyê ye. Hêrsa malbata Jîna hêrsa me hemuyan e ev kiryar li dijî mirovahiyê ye divê ew kesên ku tawan kirine û bi dijmirovane jina ciwan kuştine werin cezakirin.”

Saziyên ku daxuyaniyê dane;

Encûmena Ferhenga edebî ya mewleya Kurdî ya Saqizê

Encûmena ferhenga Hîwa ya zanista Saqizê

Encûmena komelatiya Çirû ya jinan

Encûmena xwezaparêzên jiyana şînatî ya Saqizê

Encûmena Asxw ya jiyara Saîb