Rêxistinên Jinan: Ev êriş dê çapemeniya azad bêdeng neke

Kongra Star û Eniya jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişa dewleta Tirk li dijî rojnamevanan daxuyanî da û ev peyam da: “Wê ev êrîş dengê çapemeniya azad bêdeng neke, ne jî wê têkoşîna gelê Kurd rawestîne.”

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk di 23’ê Tebaxê  saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê, wesayîda rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û berpirsê Medyaya Dijîtal ê Şîrketa Chatrê Rêbîn Bekir jî di nav de 6 rojnemvan birîndar bûn. Bertekên rêxistinên jinan yên li dijî êriş û qetilkirina rojnamevanên jin zêde dibe. 

Kongra Star û Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişan daxuyaniyek weşand û peyama li dijî her cûrê êrişan bilindkirina têkoşînê dan.

‘Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide îradeya gel bişkîne’

Daxuyaniya nivîskî ya Kongra Star wiha ye:

“Em vê êrişa dewleta Tirk a faşîst û hevkara wê PDK’ê ya li ser wesayeta şirketa medya ya Çeter, şermezar dikin. Di kesayeta şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn de tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên siyasetmedar, rojnameger û pêşengên civakê bi awayek sistematîk şer dide meşandin. Dewleta Tirk rejîmeke qirker û faşîst e ji azadiya jin ditirse. Di vê êrişê de careke din sûcê şer kir. Armanca ji vê êrişê şikandina vîna jinan e û di şexsê jinan de vîna civakê tune bike. Bi êrişên li ser jinên rojnamevan hewl dide dengê haqîqetê qut bike. Ev kiryerên sûcê şer in û binpêkirina mafên mirovan e.

Êrişên li dijî xebatkarên çapemeniya azad li warê rewşenbîrî û welatparêzan (Silêmanî) bûyereke neasayî ye. Bang li rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li hemberî van êrişan erka xwe bi cih bîne.

Di serî de jin, em bang li gelê Başûrê Kurdistanê, tevahî sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê dikin li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî helwest bin. Divê em bi hêza rêxistinkirî ya jin bersiva bidin êrişan û li dijî dagirkerî, komkujî, zordestiya dewletên faşîst û dagirker têkoşîna xwe bihêztir bikin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker tu carî nikarin vîn û hêza jinan lawaz bikin. Li hemberî êrişên qirker û faşîst soza bilindkirina asta têkoşînê hate dayîn û hate gotin: “Tiştek nikare li hemberî têkoşîna me bendan ava bike. Her bêdengiyek rê ji komkujîyan vedike. Lew ra ji her demî zêdetir divê em xwe rêxistin bikin û tekoşînê bilind bikin. Ji bo pêkanîna xeyalên Gulistan Tara û Hêro Behadîn em ê li dijî rejîmên neyar û kujerên jinan li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

‘Li dijî vê komkujî û dagirkeriyê em banga têkoşînê dikin’

Eniya jinên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya têkildarî êrişa dewleta Tirk dayî de wiha got: Dewleta Tirk hewldanên xwe yên dagirkirina Kurdistanê bi hedefgirtina daristan û qadên xwezayî, gundan hildiweşînin û dişewitîni, beşek mezin ya başûrê Kurdistanê dagirkiriye, hêzên leşkerî dişînin Behdînan û kimyasalên qedexe û bi karanîna nûkleer taktîkan çalakiyên xwe berdewam dike. Em dibînin ku êrişên qirkirin û dagirkeriyê li dijî gelê me her roja ku diçe zêde dibe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ve tişt hate gotin:

“Lê belê gerîllayên azadiyê parêzvanên gel û xaka Kurdistanê her roj derbeyên giran li faşizm û dagirkeran dixwe. Ji ber vê yekê ev dewlet, ji bo têkçûna xwe ya li beramberî gerîllayên azadiyê veşêre, li dijî hemû nirxên mirovî û exlaqî êrişan pêktîne. Di heman demê de ji bo veşartina şewitandina xwezaya Kurdistan û bikaranîna çekên qedexe bi her awayî di nava hewildanan dene.

Ev êriş ne êrişa yekeme, berê jî xebatkarên çapemeniya azad hatin hedefgirtin. Em weke Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê, van êrişên dewleta dagirker ya  Tirk ya tirsonek û teror şermezar dikin. Em van êrişên tirsonek, yê dewleta Tirk ku weke tola têkçûna xwe ya li dijî gerîllayên azadiyê pêktîne şermezar dikin. Em bang li hemû kesê ku xwe azad, serbixwe û welatparêz bi nav dike dikin, li dijî van êrişan helwestek cidî raber bikin. Em bang li gelê başûrê Kurdistan dikin ku li dijî dagirkerî û kokujiyên dewleta Tirk bi xeta îxaneta li başûrê Kurdistanê pêktîne bê deng nemînin.

Em Dewleta Tirk a dagirker ku zarokên başûrê Kurdistanê qetil dikin ên ku bi wan re dinava îxanetê dene şermezar dikin. Hinek saziyê medyayê rastiyan berovajî dikin û hewl didin kuştinan rewa bikin. ev sazî bi îradeya kê û ji bo kê û bi kîjan armancê xizmetê dikin eşkereye! 

Ên ku îro şehîd bûne 2 rojnemavnên jin bû û li Seyîdsadiq ji ber xebatên xwe yên pîşeyî çûbûn, ev jî ji aliyê her kesê ve dihat zanîn. Wê kervanên çapemeniya azadiyê tu caran na raweste. Bi hezran zarokên Kurd, wê têkoşîna demokrasî, azadî û xeyalên şehîdan pêkbînin. Navê van şehîdan û wê di çapemeniya Kurd û dîroka rojnamevantiyê de bi awayek teyîsî were nivîsîn. Wê têkoşîna me ya li dijî dijminên ku li dijî doza rewa ya gelê Kurd û hevkarên wan  berdewam bike.”