Rêxistinên jinan ên li Heseke qetilkirina Wead a 9 salî şermezar kirin
Kongra Star a Kantona Hesekê û Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê qetilkirina zaroka bi nav Wead Semîr El-Faris şermezar kir.
Hesekê- Zaroka bi Wead Semîr El- Faris bi tnê xwe 9 salî li taxa Kelasê a bajarê Hesekê bi destê kesek ji malbata xwe hat qetilkirin. Kujerê wê ji aliyê hêzên ewlekariyê hat girtin û heya niha lêpirsîn dewam dike. Îro Kongra Star, Rêxistina Sara û hemû sazî û dedgehên jin bi daxuyaniyekê hevpar qetilkirina zarok Wead şermezar kirin. Daxuyanî li ber mala Wead Semîr a 9 salî ya li taxa Kelasê ji aliyê endama Rêvberiya Rêxistina Sara Fereh Mihemed Hemdo ve hat xwendin.
“Sedema tûndiyê hişmendiya baviksalarî ye”
Feref Mihemd Hemdo têkldarî bûyera qetilkirina zarokê wiha anî ziman: "Mafê jiyanê di her zagonî de hatiye dayîn lê di roja me ya îro de şideta li dijî jin û zarokan û qetilkirina wan li ber çavê tevhî cîhanê pêk tê. Qetilkirina zarokan di van rojan de zêde dibe, ev yek jî sucek li dijî exlaqê mirovahiyê ye ku sedema wê hişmendiya bavksalarî û desthilatdar ku di nava civakê de hîn jî heye."
“Emê li dijî van kiryaran asta têkoşîna xwe bilindtir bikin”
Fereh Mihmed Ebdo têkildarî pêşî lêgirtina tûndî û kûştina jin û zarokan wiha got: "Qetilkirina zaroka temen 9 salî wehşeta hişmendiya desthilatdariyê diyar dike. Em wekî Kongra Star, Rêxistina Sara bang li saziyên pêwendîdar dikin ku ev kesên bi vî rengî ku jiyana mirovan bi dawî dikin bi biryarên hişk werin cezakirin. Ji bo rê li ber van sucan were girtin emê asta têkoşînê bilind bikin. Pêwistiya civaka me hîn zêdetir bi guhertina hişmendiyê heye, ev yek jî bi rêya perwerdeyan dê were çareserkirin. Ji bo bicihkirina hişmendiyek azad û wekhev li ser bingeha pirojeya Netewa Demokratîk emê li her derê dest bi perwerdekirinê bikin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî, Na Ji Qetilkirina Zarok û Jinan Re" bi dawî bû.