Rêxistinên hiqûqê biryarên Doza Kobanê protesto kirin

Rêxistinên hiqûqê, biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, bi daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Edliyeya Çagalayanê protesto kirin.

Navenda Nûçeyan- Cezayên girtigehê yên di Doza Kobanê de hatin dayîn, di asta Tirkiye û Navnetewî de ji aliyê gelek saziyên ve rastî bertakan hat. Biryarên Doza Kobanê ji aliye Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên Ji bo Edaletê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Hiqûqnasên Beşdar, Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) ve li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate protesto kirin. 

Rêvebera Şaxa OHD’a Stenbolê Rûken Kalin, diyar kir ku di pêvajoya Doza Kobanê de gelek bêhiqûqî pêk hatin. Rûken Kalin, destnîşan kir ku mutala ji heqîqetê dûr e û wiha got: “Cezayên di ‘Doza Komployê ya Kobanê’ ku ji bo daxwazên demokratîk û rewa yên gelê kurd bên tepisandin ji aliyê desthilat AKP’ê û MHP’ê hate vekirin de hatine dayîn helbet di encama biryara siyasî ne. Ya ku desthilat dixwaze bi vê dozê pêk bîne ew e ku hewl dide bingeha rejîma yekperest dane. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi darizandinên sexte yên di sedsala yekemîn a Komarê de li ‘Dadgehên Îstîklalê yên Şarkê’ li ser gelê Kurd dihat ferzkirin, hewl tê dayîn bi 'Doza Komploya Kobanê' ya di sedsala duyemîn a Komarê de bê dewamkirin.”

‘Em ê li dijî vê tarîtiyê têbikoşin’

Rûken Kalin, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em diqîrin ku em ê li dijî barbarî û tarîtiya DAIŞ’ê parastina azadî û ronîkirinê bidomînin, em cezayên ku bi pêvajoya darizandinên sexte di ‘Doza Komployê ya Kobanê’ de ku bi têgihiştina hiqûqa sûc a dijminane hatine dayîn, nas nakin û em ê li dijî vê tarîtiyê têbikoşin.”

Daxuyanî, bi dirûşmeyan bi dawî bû.