Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ji bo vîrusa ‘xuriya meymûnê’ bang kir

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, diyar kir ku nexweşiya vîrusa xuriya meymûnê ya ku ji derveyî herêma Afrîkayê, li Siwêdê tesbît jî bû û divê welatên ku jê bi bandor bûne bi hev re li dijî vê vîrusê tiştek bikin.

Navenda Nûçeyan- Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ser vîrosa xuriya meymûnê (monkeypox) ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyam da û diyar kir ku piştî bûyera yekem a vîrusê li Siwêdê tesbît bûye divê welatên ku jê bi bandor bûne bi hev re tiştekî bikin.

Tedros Adhanom Ghebreyesus, bang li hemû welatan kir ku kontrolê zêdetir bikin, ji bo deneyan biweşînin û belavbûnê baştir fam bikin, banga xebata bi hev re kir.