Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî li hemberî belavbûna vîrûsa Hepatîtê hişyarî da
Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî li hemberî zêdebûna vîrusa Hepatîtê ya veşartî ya bi zarokan re hişyarî de û piştrast kir ku li 35 welatan ji hezarî zêdetir kes bi nexweşiyê ketine.
Navenda Nûçeyan – Piştî şewba koronayê û nexweşiya meymûnê Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanê (WHO) ji bo zarokên ku pêdiviyê wan bi neqla kezeba reş heye hişyariya belavbûna Hepatît C a veşartî da.
Rêzistina Tendirûstî ya Cîhanî (WHO) duho bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li 35 welatên li pênc heremên cîhanê yekemîn car piştî ku di 5’ê Nîsanê de hat tesbîtkirin ji hezarî zêdetir zarokan bi nexweşiya hepatîtê girtine.
Hat ragihandin ku heya niha 22 zarok jiyana xwe jidest dan û nîvê van li 21 welatên ku 848 bûyer lê hatiye qeydkirin ango li Ewropayê hatine raporkirin.