Rêxistina Stêrk: Li dijî komkujiyan bêdeng nemînin
Rêxistina Stêrk a ku parastina mafên zarokan dike, li dijî komkujiya ku li Kobanê pêk hat nerazîbûn nîşan da û got ku pêwîst e parazvanên mafên zarokan li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Qamişlo – Di 16’ê Adarê de balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotan a Kobanê xaniyê malbatek bombebaran kir. Di encama êrîşê de ji heman malbatê piraniya wan zarok 9 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn. Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêxistina Stêrk a Parastina Mafên Zarokan, li dijî vê komkujiyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî bi tevlîbûna endamên Rêxistina Stêrk, li pêşiya avahiya wan hat xwendin.
‘Êrîşên dewleta Tirk bi erêkirina dewletên navnetewî pêk tên’
Endama Rêxistina Stêrk Lavîn Hemo ku daxuyaniyê xwend, destnîşan kir ku bi dubarekirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, êrîşên xwe careke din li ser herêmê meşandine. Lavîn Hamo da zanîn ku di 16’ê Adarê de gundên li derdora Kobanê bi awayek hovane hatine bombebarankirin û wiha got: “Di encama van êrîşan de malbatek ku ji 9 kesan pêk dihat, jiyana xwe ji dest da û piraniya wan zarok in. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk van êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dimeşîne, lê bi rojan e dimeşîne û sivîlan dike qurbaniyên van êrîşan. Ji ber ku her binketinek wî çêdibe êrîşên xwe xurtir dike. Dewleta Tirk van êrîşan bi erêkirina dewletên navnetewî pêk tîne.”
Bang: Bêdeng nemînin
Lavîn da zanîn ku pêwîst e kesên prastina mafên zarokan û mirovan dikin, li ser erka xwe bisekinin û mafên zarokan biparêzin. Lavîn Hamo ev tişt gotin: “Lê mixabin tiştên ku li ser herêmên me tên kirin, hemû di bin berjewendiyan de tên kirin. Ger ku herkes van berjewendiyan bidin sekinandin, rojane zarok û jin nayên qetilkirin, ev êrîşên hovane neyên kirin, tu kes nabin qurbanîyên van êrîşan. Bi taybetî li herêmên me yên dagirkirî yên ku rojane zarok tên qetilkirin, revandin, tecawizkirin. Ji bo van êrîşan em bi navê komxebatên zarokan ên herêma Cizîrê, van êrîşan şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên navnetewî û hêzên mafên mirovan diparêzin dikin ku li ser erka xwe bisekinin û van komkujiyan bidin sekinandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.