Rêxistina Serbixwe ya Jinan li dijî tundiyê banga têkoşînê kir
Rêxistina Serbixwe ya Jinan diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê her cûre cihêkarî û bêrêzî li hember jinan tê kirin. Rêxistinê li dijî her cure tundî û cihêkariyê banga têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Serbixwe ya Jinan têkildarî qetilkirin û binpêkirinên li Başûrê Kurdistanê li hemberî jinan pêktên daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê her cûre cihêkarî û bêrêzî li hember jinan bi awayekî rêxistinkirî tê kirin. Her wiha di aliyê civakî, yasayî û medyayê de mijara pirjiniyê wekî ku tiştek girîng be tê behskirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên zayendî û teşwîqkirina tundiyê di platformên fermî yên partiyên desthilatdar, medyayê û medya dijîtal de wek jehrê tê rijandin û jin tên biçûkxistin. Hate diyarkirin ku pêşxistina çanda mêrsalarî, olî, namûsperestî û cûdakariya ku ji aliyê desthilatê ve tê kirin, bûye sedemê qetilkirina jinan.
Bûyerên qetilkirina jinan tên veşartin
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku bûyerên qetilkirina jinan bûye yek ji pirsgirêkên herî qirêj a di nava civakê de. Hate gotin ku li gor daneyên fermî yên saziyên hikûmetê, salane 50 jin li Herêma Kurdistanê tên qetilkirin, hinek ji wan tên veşartin û wek bûyerên, întihar û xwe şewitandinê tên ragihandin.
Di dawiyê de jî Rêxistina Serbixwe ya Jinan bang li jin û mêran dike ku bi hevre ji bo civakek azad û wekhev bixebitin.