Rêxistina Mafên Mirovan: Îran di warê îşkenceyê de di rêza herî metirsîdar de ye
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên Îşkenceyê, derbarê rewşa girtiyan û diyardeya îşkenceyê de raporek weşand. Rêxistinê diyar kir ku Îran di nav 39 welatan de pergala îşkenceyê bikartîne.
Navenda Nûçeyan – Di Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên Îşkenceyê de, Rêxistina Mafên Mirovan bi raporek weşand û eşkere kir ku Îran di nav 39 welatên lêkolînkirî de, di warê îşkencekirin û bêcezakirina tawanbaran de wekî yek ji welatên herî metirsîdar hatiye destnîşankirin. Her wiha di heman rojê de, dadgeha Îranê cezayê salek û 3’ê meh yê girtîgehê li çalakvanekê birî.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên Îşkenceyê, derbarê rewşa girtiyan û diyardeya îşkenceyê de raporek weşand.
Îran di nav 39 welatan de ku herî zêde îşkence bikartîne
Di raporê de hat diyar kirin ku li gorî lêkolînên navdewletî, Îran ji ber pêşketina dîrokî ya îşkence û tundiya dewletê, di astên herî xirab ên pîvanên cîhanî de ye. Îran di nav 39 welatên ku lêkolîn li ser wan hatiye kirin de, di warê pêkanîna îşkenceyê û reviyana ji cezayan de wekî yek ji welatên herî metirsîdar hat dîtin.
Bandorên piştî girtin û îşkenceyê
Daneyên bijîşkî û derûniyê eşkere dikin ku zêdetirî ji sedî 80’yê wan kesên ku di girtîgehên siyasî de hatine îşkencekirin, piştî azadkirina xwe jî rûbirûyî nexweşiyên giran ên demdirêj, tecrîd û depresyonên dibin.
Li Îranê di salekê de 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Her wiha raporê destnîşan kir ku rêjeya xwekuştinê di nav qurbaniyên îşkenceyê de li gorî mirovên asayî bi şêwazekî berçav bilindtire. Li gorî daneyan, di sala borî de li Îranê 59 girtiyan di nav girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê balkişan ser vê mijarê ku di nav borî de hezar û 552 kes hatine binçavkirin. Di nav wan de, 24 çalakvanên siyasî û nerazî hatine darvekirin û cezayê girtîgeh û qamçîkirinê li ser 454 çalakvanên siyasî hatiye sepandin.
Zextên li ser çalakvanan
Her wiha îro Rêxistina Mafên Mirovan a HARANA’yê ragihand ku dezgeha dadwerî ya rejîma Îranê di çarçoveya zêdekirina zextan de, cezayê salek û 3’ê meh girtîgehê bi ser Fayîze Salih Abadî de birî. Fayîze ku di xwepêşandanên dawî de hatibû girtin, ji aliyê şaxa duyem a Dadgeha Şoreşê ya wî bajarî ve, ji ber parvekirina li ser tora civakî ya Instagramê bi tohmeta “bêrêziya li beramberî Rêber” hat cezakirin.
Di heman demê de, hêzên ewlehiyê bêyî ku tu sedemekê nîşan bidin, bi ser mala du jinên Behayî yên bi navên Sîma Septo û Nahîd Felahatî de girtin û ew li bajarê Şîrazê binçav kirin.
Li aliyê din, çalakvana siyasî û sivîl a 36 salî ya bi navê Suheyla Hîcab Bîdsurxî ku xelkê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye, ev 175 rojin bi şêwazekî veşartî û nezelal di girtîgeha jinan a Kerecê de tê ragirtin.
Tevî girtinê rewşa jiyanî jî her ku diçe xirabtir dibe
Hêjayî gotinê ye ku Suheyla Hîcab berî niha di rêya nameyekê de hişyarî dabû ku pergala elektrîk û rewşa ne baş ya girtîgehê xirab bûye; ji ber vê yekê girtî di nav germayeke pir giran û tariyê de, di bin şert û mercên tenduristiyê yên pir metirsîdar de dijîn.